Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: ” Bombebarankirina Îranê li deverê Kurdistanê mehkûm dike!”
2011-07-26 14:00
Fkks
info@fkks.se
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, bombebarankirina Îranê li ser sinorên deverê Kurdistanê mehkûm dike!

Artêşa Îranê ev demekî ye sinorê Kurdistanê bombebaran dike. Kesên sivîl û gundên deverên sinorê ji vê bombabaranê zerar dibînin. Hatîye ragihandin ku di encama topbaranê da êgir bi herêmê ketiye, gundî malên xwe terk kirine. Jîyana xelkê sivîl di metirsiyê da ye. FKKS bi tundî êrîşên rejîma Iranê mehkûm dike.

Îraqa Federal, divê li hember van êrîşan û îhlalkirina sinorê bêdeng nemîne. Herweha em ji hikûmet û partiyên Swêdî, ji koma netewan, ji Yekitiya Ewrûpa daxwaz dikin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin.

2011.07.26
FKKS- Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê