Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kurdên Swêdê li hember bombebaranên Tirkiye û Îranê dengên xwe bilind kirin
2011-09-05 12:00
fkks
info@fkks.se



Di 04.09.2011ê de li Swêdê, li bajarê Stokholmê li Sergelstorgê xwepêşandanek li dijî êrîşên Îran û Tirkiyeyê bo ser herêma Kurdistanê hat saz kir. Xwepêşandin ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurd û Kurdistanî li Swêdê û Înisyatîva Kurdên Swêdê bi hevkariya Encûmena Kurdên Sûrîye li Swêdê û Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat organîzekirin. Moderatoriya xwepêşandinê Kurdo Baksî kir.

Di xwepêşandinê de li ser navê FKKSê Seroka wê Şermîn Bozarslan, Nûnerê Komîteya HEVKARî Şefîq Kaya, li ser navê ciwanên kurdên Suriyê Hîm Omar û nûnerên partiyên siyasî yên Swêdî; li ser nave Sosyaldemokratan İngrid Rudin, li ser navê Partiya Çep Ann Margereth Livh, li ser nave Partiya Liberal Fredrik Malm axaftin.

Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan di axaftina xwe ya bi swêdî de behsa destdirêjiyên leşkerê Îranê ser deverên herêma Kurdistanê kir û topbarankirina balafirên Tirkiyeyê li ser gundên herêma federa a Kurdistanê şermezar kir. Gelê kurd cara yekeme ku di parçeyekê welatê xwe de azad e, lê dewlet Tirkiyê û Îranê bi bombebarankirinê azadiya wan tehdît dikin. Pirsa kurd di rojhilata navîn de pirsekê mezin e, heta ev pirs çareser nebe aştî û aramî nahê herêmê. Bozarslan bangê dezhegên navneteweyî kir ku li hember vê bombebaranê Tirkiye û Îranê bêdeng nemînin û got divê parlamento û hukmeta Swêdî jî dengê xwe bilind bike.

Axafêr din jî êrişên Tirkiyê û Îranê yên li ser Herêma Kurdistana Federe mehkûm kirin. Ew di axaftinan de, gotin ku; Em li vir bi hev re û bi yek dengî, bangî parlamentoya Yekîtîya Ewrûpa (YE), Neteweyên Yekbûyî (YN), bangî Hukumet û Parlamentoya Swêdê dikin ku, bila êdî ev êrîşên hov li ser gel ê kurd û li hember başûrê Kurdistanê rawest in û bila YE, NY, DYA û Hukumeta Swêdê bi helwestek fermî bala Îran û Tirkîyeyê bikşînin.”

Siyasetmedarê swêdî yê Partiya Gel Fredrik Malm bi tundî ev êriş şermezar kir û got ku pirsa çil mîlyon kurd pirsa cîhanê ye. Ev herdu dewlet bi bahana êrişên PKK destdirêjiyê li ser Herêma Kurdistana Federe dikin. Ew ji azadîxwaziya kurdên parçeyên bin destê xwe de ditirsin. Lê bila bizanibin ku dawî li zordestiya rejimên totalîter tê. Dawiya zulma wan jî wê bê. Malm bangî hukumeta Suriyê jî kir û got ku tukes bi zulmê û neheqiyê nikare bigihê merema xwe. Ew ê gelê kurd azadiya xwe bi dest bixe”.

Di xwepêşandinê de hunermend Birader sitirî û di dawiyê de bi xwendina sirûda “Ey reqîb” xwepêşandin qediya.