Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
”Ey Mahabad! Kabeya serfirazîya hemî kurdan!”
2016-01-22 09:00
fkks
info@fkks.se






”Hezar bihar qurbana wê zivistanê be!”
Hêjar

Kurd di konjoktura Şerê Duyêm yê Cîhanê de keysa ku ket destê wan bi kar anîn û di 22ê Çîleya Paşîn a 1946ê de li Kurdistana Rojihilat Komara Kurdistan a Mahabadê ava kir. 70 sal li ser komarê re derbas bû. Herçiqas emrê komarê11 meh ajot jî di vê demê de hikumet hat avakirin, Qadî Mihemed wek serokkomar hat destnîşankirin, Sirûda “Ey Reqîb” wek sirûda neteweyî pejirand, artêşa milî ava bû û Mistafa Barzanî rutbeya xwe ya generelîyê li wê wergirt. Ji bo nezaniyê têk bibe Komar seferberiya perwerdehiyê da destpêkirin; dibistanên bi kurdî hatin vekirin, şanoya ”dayika niştiman” hat listîn, rojname û kovar hatin neşirkirin. “Ala Rengîn” li avahiyên fermî li ba bû.

Ji bo hisên neteweyî di dil û mêjiyan de tazahur bike her pêncşemî roja tatîlê alaya kurdistanê hildidan jor û xwendekarek di derbarê alayê de hestên xwe dîyar dikir û ev bibû qaydîyek. Di 22ê Cotmeha 1946ê de li Dibistana Keçan Îşret Azmî weha axivî bû:

Xanimên muhterem, hemsinifin min ê delal, guh bidin da ez ji we re li ser ala me ya muqeddes çend pirsa bibêjim:
Ey ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindmayîna te, amadeyên rijandina xwîna xwe, em pîr û ciwan, heya giyan di me de bimîne, amadeyên da nehêlin tu bêyî xwarê.

Ey Mahabad! Kabeya serfirazî ya hemî kurdan! gava ez ala xwe li ser te hilgirtî dibînim, hêvîya bilindbûna 15 milyon kurd tên ber çavên min û çiqas bextîyar dibim, ezê te hilgirim û li ser hemû çîyayê bilind bigerînim, sitrana azadîya te bibêjim. Tu li vir li ser me pêl dibî, lê birayên me yên kurdên Tirkiyê bi şaiya te, dîtina te ne pardar in, tu li vir bi bilindbûna xwe me bextiyar dikî, lê kurdên Sûriyê û Iraqê jî ji dîtina te û şiklê te yê sipehî mehrum in, rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna kurdan hatiyî hêlgirti, rengê te ê sipî nîşana dilpakiya kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye. Ey quweta azadî; li dinyayê, tu quwet nîne da bikare te wunda bike, ji ber ku 15 milyon kurd ji bo parastina te hazir in, bi bilindbûna te çavên istîmar(kolonyalîst) kor bûne.

Ey ala muqaddes! Ez sond dixwum ku di rojên xwe yê dijwarî, ezê te biparêzim, eger destê min hate birrîn, ezê bi destê din te hildim, eger ew jî bê birrîn, ezê bi diranê xwe te bilind kim, eger ez yekcar nemam tu hingê bi selamet û serfiraz bî ala min.
(Kadri Cemil Paş (Zinar Silopi) Doza Kurdistan, Ozge Yayinlari, 1991, s.173-174)

Nirxên komara yekem a sedsala 20ê bû çira ji bona têkoşîna gelê Kurdistanê.

Îro ew nirxên Komara Mahabadê ev dehan sal in li Kurdistana Başûr cî bi cî dibe; alaya Kurdistanê li ser parlamentoyê ba lê dide,sirûda Ey Raqîb dihê xwendin, hikumeta herêma Kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê li ser kar e, medya kurdî gihaştîye radeyaka bilind û civak tanzîm bûye û ber bi dewletbûnê ve diçe.

Ku hêz û partîyên kurd û Kurdistanî birîna xwe derman bikin û tifaqa xwe pêk bînin di perçeyên din de jî bi taybet jî li rojavaya Kurdistanê şert minasebin ku ew statuyekê bi dest bixin.

Komara Mahabadê di bin pêşengîya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê de ava bû. Lê mixabin ev partî îro bûye du şiq; Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ). Tevî parçebûn û cudabûna xwe, ew xwediyê eynî dîrokê ne, eynî nasnamêye ne û Qadî Mihemed, Qasimlo û Şerefkendî serokên hevbeş in û şehîdên wan jî hevbeş in.

Di 70 salîya Komara Kurdistanê ya Muhabadê de şehîdên Mahabadê bi hurmet, bi minnet û bi rehmet bi bîr tînin û hêviya FKKSê ji herdu Partîyên Demokrat a Kurdistana Rojihilat ew e ku, ew di 70 salîya damezirandina Komara Muhabadê de bibin yek û micadeleya xwe bi hevre li dijî rêjîma Îranê bimeşînin.

22.01.2016
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê