Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kongreya Komeleya Kurdî ya Kulturî li Falköpingê
2015-12-21 12:00
fkks
info@fkks.se







Di 20.12.2015ê de Komeleya Kurdî ya Kulturî li Falköpingê kongreya xwe xwe ya asayî li lokala Komelê li dar xist.

Piştî tesbîtkirina endaman kongre vebû.
Piştî pesinandina rojevê, dîwanek ji sê kesan jibo rêvebirina kongrê hate hilbijartin.
Kongre piştî bi deqiqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê dest bi xebata xwe kir.

Li ser navê FKKSê cigirê berpirsê peywendîyên navxwe Selam Cîzîrî û Endamê komîteya Giştî û berpirsê herêma çarem Şewket Berwarî bêşdarê Kongreyê bûn û li ser kar û xebatên FKKSê raporên xwe pêşkeşî kongreyê kirin.

Kongre bi xwendina raporan berdewam kir. Rapora giştî jI alîyê Adil Dihokî ve hate pêşkêşkirin. Rapora aborî ji alê Ferset Dûstkî ve hate xwendin. Fettah Dûstkî rapora revîsor xwend, Komîteya Çavdêr rapora xwe xwend. Piştî giftûgoyên li ser her raporan kar û xebatên Komîteya Karger hat pesendkirin.

Kongre organên nû hilbijart.

Ji bo Komîteya Karger 5 eslî û du cigir hatin hilbijartin:

Komîteya Karger:

1) Adil Dihokî
2) Zinar Gûlî
3) Fersed Dûstkî
4) Kovan Akreyî
5) Azad Berwarî
Cigir:
1) Behrem Amedî
2) Ihsan Akeryî


Komîteya Çavdêr
1) Gugdar Berwarî
2) Fettah Dûstkî
3) Eger Muzaffer

Kongrê yadîgarîyek pêşkêşê Adil Dihokî kir ku ew xebatekî qenc kiriye. Kongrê bjiryar girt ku çavnêrinêk li ser destûra komelê bihê kirin û di kongreya 2016 da ew bihê minaqeşekirin.
Piştî pirs û bersivan kongre dawî hat.
FKKS spasîyên xwe jibo wan pêşewazîyên qedir bilind dike û hêvîdar e ku Komîteya Karger di kar û barên xwe da serkeftî be.