Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Serdana xwendekarên lîseyê ji bo FKKSê
2016-05-17 11:00
fkks
info@fkks.se





Du grubên cuda yên xwendekarên lîseya Global (Global gymnasium) a Stokholm -Sodermalmê di 13ê Gulana 2016ê de serdana FKKSê kirin û li ser integrasyon û koçberîyê û li pirsên kurdên Swêdê û jiyana wan ya Swêdê bi endamê Komîteya Karger yê FKKSê Berzan Kockaya re hevpeyvîn kirin.

Li gel van pirsan xwendekar bi taybet li ser rewşa aktuel ya Kurdên Bakur rawestîyan û di vê derbarê de konsantre bûn.

Kockaya di Komîteya Karger de li gel berpirsê aborî ew di eynî demê de berpirsê integrasyonê ye.

Di van salên dawiyê de gelek xwendekarên lîseyê bi telefon û e-mailan têkilî bi Federesyonê re datînin û di derbarê me kurdan û rewşa me ya civakî û kulturî û olî de agahî werdigrin.