|
8ê Adarê roja jinan a navneteweyî pîroz be! |
|
2016-03-08 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Bi daxwaza di şerê li hember dagirkerîyê û DAÎŞê de serketina pêşmerge û şervanan, bi hêvîya azadîya welêt, civatek azad û demokratîk, maf û îmkanên wekhev ji bo jin û mêran û dawîanîna şîddetê li hember jinan û herweha daxwaza Swêd û welatên din yên Yekîtîya Ewrûpayê siyaseteka human û comerd di derbarê penaberan de bimeşînin û maxdûrên ku ji ber şer direvin û berê xwe didin ewrûpayê derîyên xwe ji wan re vekin; 8ê Adarê roja jinan a navneteweyî bo hemû jinên Kurdistanê û dinyayê pîroz be.
8.03.2016
FKKS
|
|
|