Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Peyama FKKS ji bo 70 salîya damezirandina PDK û PDK-Îranê
2015-08-16 15:00
fkks
info@fkks.se




PDK- Partîya Demokrat a Kurdistanê(Xalid Ezîzî) di 15.08.2015ê de 70 salîya damezirandina xwe li Stockholmê Åsa Gymnasiumê bi şahîyekê pîroz kir.
PDKÎ Partîya Demokrat a Kurdistanê- Îranêya di bin seroktîya Mistafa Hicrî de jî dê 22.08.2015ê de li Stockholm li Solnahallenê 70 salîya damezirandina xwe pîroz bike.

PDK-Îranê berîya 8 salan ji hev cûda bûn. Yek navê PDK ya din jî bi navê PDK-Îranê têkoşîna xwe didomînin.
Herdu partî jî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKSê) vexwendine pîrozbayîya xwe. KK ya FKKS biryar wergirt ku bêşdarê şahîya herdu partîyan bi heman peyamê bibe.

Peyam ev e:
Ji Komîteya PDK- Swêdê re
Bo munasebeta 70 salîya damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê û PDK-Îranê
Sipas ji bo vexwendanina we.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê 70 salîya damezirandina PDK pîroz dike; di xebata wê de serkeftin dixwaze.

Di sedsala 20em de serhildanên ku bi Kocgirî, Simkoyê Şikakî, Şêyh Saîd, Berzencî, Barzanî, Agrî û Dersîm dest pêkir lê li Mahabadê forma xwe wergirt. Alaya rengîn ku îro li vir, li malên me, li qad û kolanan dihê bilindkirin cara yekem li Mahabadê hate bilindkirin; marşa Ey Raqib ku îro di civîn û rê resmî me de dihê gotin cara yekem ew li Mahbadê bû sirûda neteweyî û resmî, Barzanîyê nemir ku îro sembola lehengê neteweyîya Kurd û Kurdistanê ye nîşana generelîyê li Mahabadê wergirt. Ev hemû di bin pêşengîya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê de çêbûn.

Sedsala 21ê ji bo kurd û Kurdistanî bi sûd e; berjewendîyên dinyaya hevdem û kurdan li hev tê. Îro Kurd aktorên dînamik in li herêma xwe: Heta pirsa kurd û Kurdistan neyê çareserkirin li herêmê ne aştî, ne ewleyî, ne jî aramî pêk tê. Berîya her tiştî ew jî girêdayî yekîtî û yekbûna hêz û partîyên Kurdistanê ne. Ger ku îro Kurd li Başûrê welêt ev destkeftî bi dest xistine û ber bi dewletbûnê ve diçin ev bi saya yekîtîya hêzên Kurd û Kurdistanê ne.

Beriya 8 salan, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê bû du şiq: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Partiya Demokrat tevî parçebûn û cudabûna xwe, xwediyê eynî dîrok û nasnamê ye. Şehîdên wan hevbeş in. Qadî Mihemed, Qasimlo û Şerefkendî serokê hevbeş in. Hejmareke zêde ya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê qurbanî di nav rêzên vê partiyê de dane. Loma hêviya me ji herdu aliyên ew e ku ew dîsa bibin yek û micadeleya xwe bi hevre li dijî rêjîma Îranê bidin.

Bi vê daxwazê 70 salîya Partîyê pîroz dikin û bawerîya me ew e ku di sala bihê de herdu partî bi hevre salvegara 71 salîya xwe pîroz bikin!
Bijî Kurd û Kurdistan
15.08.2015
Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swêdê