Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Li dibistaneka Swêdê kiryareka rasîst- du kes hat kuştin yek ji wan kurd e
2015-10-23 14:00
fkks
info@fkks.se


Di 22.10.2015ê de li Swêdê li bajarê Trolhettanê kurekekî 21 salî bi navê Anton Lundin Pettersson bi şûr êrîşî dibistanekê bi navê "Kronan" kir. 2 kesan kuşt û du kes jî birîndar kir. . Qurbaniyê din ê ku jîyana xwe ji dest da xwendekarê 15 salî jî bi eslê xwe ji Somalyayê ye navê wî Ahmed Hesen e.

Kujer jî li hundirê dibistanê ji aliyê polîs ve hate birîndar kirin û li nexweşxaneyê mir.

Li gor, polês tiştên ku li mala kujêr Anton Lundin Pettersson hatine dîtin nîşan dide ku di bûyerê de motîvên nijadperestî heye.

Welatekî wek Swêdê yê aram de bûyerake weha ku di di dibistanekê de qewimî bû sebeba şokeyeka mezin di civatê de û serokwezîrê Swêd Stefan Lofven got; "ev rojeka reş e ji bo Swêdê"

Di medyaya sosyal de gelek swêdî dîyar kirin ku ji bo kuştîyan dê di 25.10.2015ê saet 14.00 de deqîqeyekê bêdeng rawestin. FKKSê vê bûyera rasîstî şermezar dike,êşa malbatên kuştîyan parve dike û bêşdarî çalakîya deqîqeyek bêdeng dibe.