|
Şaîrê me yê navdar Şêrko Bêkes wefat kir |
|
2013-08-05 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Helbestvanê navdarê kurd û yekemîn wezîrê rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê Şêrko Bêkes(73) di 4ê Tebaxa 2013ê de li Stockholmê li nexweşxaneya Karolinskayê wefat kir.
Şêrko Bêkes kurê helbestvanê mezin ê kurd Faîq Bêkes bû û sala 1940 li Silêmaniyê li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.
Bêkes sala 1986 hat Swêdê û sala 1992 jî vegeriya Kurdistanê. Di sala 1998ê de li Swêdê xelata Toxolsky wergirt.
Şêrko Bêkes zêdetirî 30 dîwan û pirtûkên helbestên xwe belav kiriye ku yên herî berbiçav ev in:
Xaç û Mar û Rojjimêrî Şaîrêk Derbendî Pepûle Rengdan Kursî Goristanî Çirakan Êsta Kiçêk Nîştimani me Pirtûka wî ya herî dawî jî “Bilezîne-Vaye mirin gihîşt” bû.
Hinek ji helbestên Şêrko Bêkes bo erebî, tirkî, farsî, înglîzî, swêdî, danimarkî, fransî, îtalî û almanî hatine wergerandin.
Bêkes di yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser lîsteya YNKê bû wezîrê rewşenbîriyê, her wiha damezirêner û birêveberê Dezgeha Çap û Pexşê ya Serdemê bû li Silêmaniyê.
Bi mirina wî edebiyata kurdî nirxekî xwe yê mezin û hêja wenda kir. Em ji malbata wî re sersaxî, sebir û metanetê dixwazin. Bila serê gelê kurd sax be! Xxx Taziya wî li mala wî û di 5.08.2013ê, saet di navbera 14:00-18:00 de li Stockholmê li Kista Träffê ye.
4.08.2013 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|