|
Em wek Fkks vê kiryara terorîstî bi tundî şermezar dikin |
|
2021-02-16 22:00 |
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd |
info@fkks.se |
|
Ji bo têkdana asayiş û aramiya Başûrê Kurdistanê, grûpekî terorîstî ya Heşda Şeabî, çend mûşekan avêtinê ser Hewlêr`a paytext.
Di encam de çend Kurd ´ehîd û çend kes jî birîndarên bûne.
Em wek Fedrasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, vê kiryara terorîstî bi tundî şermezar dikin û piştgîriya xwe ji bo herêma Kurdistanê dûbare dikin.
FKKS, daxwaza yekrêziya nav mala Kurd û yek helwêstiya partî û aliyên kurdî dike.
Daxwaz dikin ku destkeftinê Kurdistanê biparêzin, xebat bê kirin ku xala 140´an ya yasaya Iraqê bê bi cîhanîn.
Deverên li derveyê desthilatdariya Kurdistanê ne, vegerînin ser herema Kurdistanê. Tenê bi wê ewayî Asayiş û aramiya Kurdistanê misoger dibe.
Ji şehîdan ra rehma xwedê dixwazin û ji birîndaran ra jî saxî û silametiyê dixwazin.
Şehîdên Hewlêrê namirin! 16.02.2021
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd
|
|
|