Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Dijberî û bê hûrmetiya Komara Islamiya Îranê hember gelê Kurd û Kurdistanê bê sînore!
2021-01-27 20:00
FKKS
fkks@info.se
Di van demên derbas bûyî de xelkê Kurdistanê şahidê çendîn cureyên bê hurmetî û dijberiya mediya û organên propagandeyên Komara îslamiya Îranê bûye.

Ew mediya yê ku em dizanin bê destûra rêvebirî û sîstema istixbarata Komara Îslamî, tu wextekî nikarên fîlim û weşanên bi vî rengî biweşînin.

Ew di demekê de ye ku Komara Îslamî bi fermî xwe dost û hevalbendê Kurdan û bi taybet ji bo Hikumeta Federala Başûrê Kurdistanê dide nasandin.

Çend roj berê di bernameya zindî TV2 ya Komara îslamî de Doktor Ferîbourz Azîzî xelkê Rojhilatê Kurdistane mêvan dibe, piştî demekê berpirsê kenala 2 ya Komara Islamî di bernameya xwe de berê xwe dide Doktor Ferîbourz Azîzî ku bi cil û bergên Kurdî ve beşdar e. Jê dipirse ew çi cil û bergên şivanan e te li ber xwe kiriye?
Doktor Ferîbourz Azîzî bi êminî bersîvê dide ku ew cil û bergane sembol û nimaya Kawê yê hesingere sembola azadî û rizgarbûnê ye.

Pirasa berpirsê TV2 ya Komara Îslamî, sivikatî bi cil û bergên Kurdî kirin, hemû gelê Kurdistanê û bi taybet jî xelkê me yê Rojhilata Kurdistanê êşand. Li dijî helwesta TV2 ya Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê xelkê bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan dan.

Heta nuha 75 xwepêşandar ji aliyê hêzên ewlwkariya Îranê ve hatinê girtin. Demek kurt, piştî wê bûyerê mediya Komara Îslamî kurte filimekê li ser koştina Qasim Silêmanî belav dike ku di filmê da di têkşikandina DAIŞ´ê da bi awakî eşkera mêrxasî û berxwedana hêza pêşmerge û gelê Başûrê Kurdistanê vedişêre.

Têkbirina DAIŞ´ê û parastina Hewlêrê wek destkeftiyên Qasim Silêmanî dide nîşandan. Lê ew baş dizanin ku wê hewiladinên wan yê sivik xistana hêzên pêşmergan ne cîhê tu baweriyê ye. Hemû cîhan şahîdê şer û berxwedanên Pêşmergeyên Kurdistanê ne. Pêşmergeyan li pêşberî cîhanê di şerê DAÎŞ´ê bi 2000 şehîdan û bi 12000 birîndarn ve efsaneyan hulqandin.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, kiryarên rejîma Îslamîya Îranê bi tundî mehkûm dike. Federasyona Komeleyên Kurdistanê, bangê gelê Kurdistanê dike ku îro ji hemû rojan zêdetir xwedî li cil û bergên xwe yên Kurdî derkevin, xwedî li baskê gel pêşmegeyên Qehreman derkevin, xwedî li zimanê Kurdî û li hemû nirxên netewî ya gelê Kurd derkevin û biparêzin!

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, bangê hêzên demokrat û aşîtîxwazên cîhanê dike ku gelê Kurdistanê li hemeber rejîmên zordar bi tenê nehêlin û piştgiriya gelê Kurdistanê bikin.

2021-01-26
FKKS-Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd