|
Mam Celal koça dawî kir |
|
2017-10-04 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Îro (3.10. 2017), Serokkomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mam Celal Talabanî (84) li Almanyayê koça dawî kir.
Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, di 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê krîza mejî derbas kiribû û rewşa wî ya tendurustiyê têk çûbû.
Mam Celal serokekî jîr, hêja û bi tecrube bû û hemû jîyana xwe di xebat û têkoşîna rizgarîya Kurdistanê de xerc kir.
FKKS ji malbata Mam Celal re, ji serkirdayetîya YNK û hemû endam û dilxwazên wê re, ji Seroktîya sîyasî ya Kurdistana Başur re û ji gelê Kurd re sersaxî û metanetê dixwaze; bila serê gelê Kurdistanê sax be!
3.10.2017 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|