Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Panela FKKSê bal kişand!
2017-02-07 11:00
fkks
info@fkks.se






Di6ê Sibata 2017ê de li Stockholm ABF Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi ABF Stockholmê re li ser rewşa Tirkiyeyê panelek li dar xist. Panel ji alîyê serokê berê yê ABF Goran Eriksson ve bireve çû. Eleqeyek mezin ji panêlê re hat nîşan dan; gelek Swêdî di panelê de amede bûn.

Goran Eriksson di destpêka axaftina xwe de li ser rewşa kurdên Swêdê û FKKSê rawestîya û bahsa partnerîya ABF û FKKSê kir ku ew berîya 30 salan destpêkirîye.

Panelîst akademiker Ekim Caglar, serokê FKKSê Keya Îzol û rojnamevan Kurdo Baksî bûn.

Akademîk Ekim Çaglar li ser rewşa Tirkiyeyê aktuel axifî û bi taybet jî piştî darbeya 15ê Tîrmeha 2017ê ku Erdogan li dijî muxalifên xwe tirkiyê kiriye hepisxane: siyasetmedar, akademiker, rojnamevan û ronakbîr û mamosteyan xistîye hepsê û bi referandumê dixwaze mewzîya xwe xurt bike.

Serokê FKKSê Keya Îzol li ser rewşa Tirkiyê û helwesta dewleta Tirkiyeyê rawestîya û bi got ji avabûna xwe heta niha dewleta Tirkiye li hember kurdan sîyaseteka înkarê, asîmlasîyonê dimeşîne; ermenîya qetil kiriye û xwestîye bi asîmlebûnê kurdan bike tirk lê di vê sîyaseta xwe de bi ser neketine.

Serokê FKKSê Izol, bi power pointê taqdîmekê ku bi faktan hatibû xemilandin pêşkêşê guhdarvanan kir.
Îro li Tirkiyeyê sê alî hene; kemalîst, îslamîst û kurd. Ev sê alî di hilbijartinan de jî xwe her yek di herêma xwe de xwe nîşan dide.

Kemalîst ji avabûn dewleta xwe heta niha Kurdan înkar kir û tehde li îslamîstan jî kir. Ji 2002ê de Partîya îslamîst a AKP hat ser hukim in; ew di destpêkê de ji bo iktîdara xwe xurt bikin berê xwe dan Yekîtîya Ewrûpayê û sîyaseteka nerm li hember kurdan ajot û 2009ê de bi navê yekitîyê û biratîyê dest bi projeyeka çareserîyê kir û bi tevgera çekdar ya kurd re pêşî bidizî piştre vekirî têkilî danî lê armanca wê ne ew bû ku pirsê çareser bike tenê dixwest dawîya şerê çekdarî bîne. Lê piştî hilbijartina Hezîrana 2015ê Erdogan ew sîyaseta xwe di binê de guhert û bi navê xendek û barîkatan 7 bajar û navçeyên Kurdistanê ser û bin bûn; bi hezaran kes mirin û niv milyon însan terka bajarên xwe kirin. Piştî darbeya nebiserketî ya 15ê Tîrmeha 2016ê serokkomarê Tirkiyê Erdogan rewşa awerta îlan kirîye li dijî kurdan û mixalifên xwe sîyaseteka tund û tûj dajo bi sedhezaran kes maxdûr kiriye û raya giştî li hember sîyaseta wî ya hovane bêdeng e.

Herweha ew meseleya milteciyên Sûriyeyê ku li Tirkiyeyê ne li dijî Ewrûpayê wek şantaj bi kar tîne û mixabin Yekîtîya Ewrûpayê jî di vî warî de bê deng e.

Kurdo Baksî li ser sîyaseta derva ya Tirkiyeyê rawestîya û got ku sîyaseta wê li ser dijminayîya kurdan hatîye avakirin; AKP wexta hat ser hukim got; ew bi cîranên xwe re hemû problemên xwe bike sifir lê mixabin tam berevajîya wê kir. Tirkiye ji bo ku nehelê kurd di tu parçeyê Kurdistanê negehîjin mafê xwe her tiştî dike; bi Pûtîn re dergistîye û dixweza bi Trump re jî flortê bike.