|
Serdana Serokê FKKSê bo Hewlerê (bi risim) |
|
2017-08-14 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Serokê FKKS Keya Izol ji bo çawa baştirîn li Diasporayê û bi taybet jî li Swêdê ji bo piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê çalakî bihên organîzekirin di 6ê Tebaxa 2017ê de serdana Kurdistana Başûr, Hewlerê kir.
Di 6 rojên serdanê de serokê FKKSê Keya Izol bi serokê herêm, hikumeta herêm û partiyên ku di parlamentoyê de grubên wan hene re hevdîtin pêk anî. TVyên Kurdistanê pê re hevpeyvîn kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşewazîyek germ li Serokê FKKSê Keya Izol kir.
Bi Berpirsê Karûbarê Derve yê Hukimeta Herêma Kurdistanê Felah Mistafa
Bi Cîgirê Serokê Parlamentoyê Cafer Ibrahim
Bi grûba YNK ya Parlamentoyê
Bi grûba Hizba Islamî ya Parlamentoyê
Bi grûba PDK ya Parlamentoyê
Bi Berpirsê PDK yê Karûbarê Hilbijartinê Husro Goran re. Goran di salên 80î de li Swêdê bû û endametîya KG ya FKKSê kiribû.
Bi serokê ENKS Ibrahim Biro û Berpirsê Karûbarê Derve yê ENKS Kamûran Haco re(Haco di salên 2000 de endamê KG yê FKKS bû)
Bi programçêkerên Televîzyona K24 re. K24 Bi Keya Îzol re hevpeyvîn kir
Bi programçêkerê RudawTv Dara Dilbixîn û Amir Griges re. Dilbixwîn hevpeyvîn bi serokê FKKSê Keya Izol re kir. Hevpeyvîn di 13.08.2017 de saet 21:00 de hat weşandin.
|
|
|