Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Destpêk
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Komeleyên endam
Kontakt
Link
Arşîv
| Webmail |
Skip Navigation Links
 
Civîna bo bi bîranîna şehîd Musa Babaxanî!
2021-08-23 08:00
FKKS
fkks@info.se
Di roja 21.08.2021´ê de bo rêzgirtin li xebat û têkoşîna endamêê komîteya navendî ya Hizba Demokrat a Kurdistan şehîd Mûsa Babaxanî, civînek bîranînê ji aliyê HDK-Komîteya Swêd ve hate li darxistin.

Fedarasyoma Komeleyên Kurdistanê li Swêd, beşdariya vê merasîma bi bîranînê bû û serokê FKKS´ê Kovan Amedî Axaftinek pêşkeş kir. Axaftina serokê FKKS´ê Kovan Amedî wekî li jêr e:

Endam û kadirên Hizba Demokrat a Kurdistan, nûnerên partiyên sisyasî yên Kurdistanî û Swêdî û beşdarên rêzdar, li ser navê Federasyona komeleyên Kurdistan silav û rêzên xwe pêşkeşî we hêjayan dikim.

Me bi dilek xemgîn bihîst ku endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî ji aliyê teroristên ser Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin û dû re jî hatiye terorkirin.
Terora Îranê ji derveyê sînorên xwe, ji bo ne suprîz e. gelek caran bingehên sivîl ya Hizba demokrat li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine. Rejîma Îranê serokên berê yên Hizba Demokrat şehîd Dr. Abdulrehman Qasimlo û Sadiq Şerfekendî li bajarên Ewrûpayê teror kirin.

Rejîma Îranê li ser esasên teror û şîddetê hatiye damezradin. Rejîma Îranê, ji maf û azadiyên mirovan, ji demokarasî û bi taybetî jî ji daxwazên netewî ya gelê Kurd ditirsin. Lewra teror li dijî têkoşer û kadirên Kurd, kiriye armancê xwe yê sereke.

FKKS, bi terorkina endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî, rejîma hov ya Îranê bi tundî mehkûm dike. Birêzan, Em di wê baweriyê da nin ku hevkarî û tevxebata partî û rêxistinên Kurdistanî li dijî rejîma xwînmij, tenya rê ye ku dawî bi terora Îranê li dijî gelê kurd bîne.

Loma, Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, girîngîyek mezin dide yekrêziya mala kurd. Em di xebat û têkoşîna azadiya Kurdistanê de, pişt û palê we nin. Hêvî û daxwazên me yekgirtinek mayende û karîger di nav partiyên Rojhilata Kurdistanê de pêk bê.

Îro min di peya Hizba Demokrat a Kurdistanê de bihîst ku her du beşên Hizba demokrat li caran pirtir nêzî hev bûnin. Ev mizgîniyek xweş bû û me dilxweş kir.

FKKS, carek din terorkirina endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî, Rejîma Dirindane ya Îranê bi tundî mekûm dike. Serxweşîyê bo malabat û hemû hevrêyên HDK radigîne. Doza wî ya azadiyê wê her berdewam be. Ruhê wî her şad be…

Hêjayan,
Rê bin min ku ez , Mamoste, nivîskar, siyasetmedar û pêşmerge kak Ahmed Kamemamî bi rêz û hurmet bi bîrbînim ku çend roj berê li Stokholmê ji ber nexweşiya şêrpenceyê koça dawî kiribû. Rûhê wî şad be…

FKKS
2021-08-22