|
Pîroz be 22´yê Nîsan Roja Rojnamegeriya Kurdî |
|
2021-04-22 18:00 |
FKKS |
fkks@info.se |
|
Yekem rojnameya kurdî bi navê Kurdistan, di roja 22yê Nîsanê sala 1898´an de li Qahîre ji aliyê Miqdat Mîdhet Bedirxan ve hate weşandin. Îro 22´yê meha Nîsanê, li Kurdistanê wek roja rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Rojanameya Kurdistan, ji sala 1898 heta 1902´an berdewam kir. Bi tevayî 31 hejmar derket.
Rojnameya Kurdistan, di tekoşîna azadiya Kurdistanê de di belavkirina bîrê netewî û hişyarkirina Kurdan de rolek girîng lîstiye. Bingeha ronamegerîya Kurdî Mîqdat Mîdhet Bedirxan avet.
Lê îro li Kurdistan û li derveyê Kurdistanê bi sedan Rojname, Kovar hatin weşandin. Radio û Tvelevîzyonên Kurdî çê bûne. Hejmarek gelek zêde rojaname û Tv online çê bûne.
Elbet di çapkirin û weşandina Rojname û Kovarên Kurdî de, Kurd rastî gelek astengîyan bûn. Bi dehan kovar û rojname hatin girtin, xwedî û nivîskarên wan cezayên mezin mezin xwarin. Heta nuha hejmarek gelek mezin rojnamevanên kurd ji alî rejîmên dagîrkerên Kurdistanê ve hatin kuştin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê, bi munasebeta roja 22´yê Nîsanê roja Rojnamegeriya Kurdî, hemû şehîden rojnamegerîya Kurdî bibîr tîne û bi rêzdarî serê xwe li ber wan ditewîne.
22´yê Nîsanê roja Rojnamegeriya Kurdî, li gele Kurdistanê û bi taybetî li rojnamevanên Kurd pîroz be.
22.04.2021 Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd |
|
|