Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Li Tirkiyê erîşên nijadperestî li dijî Kurdan berdewam e!
2021-07-31 12:00
Fkks
info@fkks.se
Li Tirkiyê erîşên nijadperestî li dijî Kurdan berdewam e!

Diroja 30.07.2021´an de li qezaya Meram ser bi bajarê Konya´yê erîşek hovane li dijî malbatek Kurd hat kirin.

Kujer bi çek dikeve mala malbata Kurd, 7 endamê malbatê dikuje û piştra jî malê tevayî dide ber agir û dişevitîne.

Ev malbata Kurd berî 2 mehan di roja 12 gulanê de jî rastî erîşan bûbû.

Îro jî tevayî ya malbatê bi hovane hate kuştin.

Navê wan kuştiyan, Yaşar Dedeoğulları, Barış Dedeoğulları, Serpil Dedeoğulları, Serap Dedeoğulları, İpek Dedeoğulları, Metin Dedeoğulları ve Sibel Dedeoğulları ye.

Ev erîşa netîceya siyaseta dewletê ya nijadperestî ye! Li Tirkiyê bûyerên xwezayî wek laser û şewata daristanan diqewime, mediya ya xwefiroş ya Tirkiye bi yek dengî bûyeran bi Kurdan ve girê didin.

Di rojname û programên televîzyonî de, her roj dijî Kurdan propagandeyên nijadpertî, kîn û nefretê tên kirin.

Mêjîyên xelkê xwe bi siyasetek nijadperestî dişon. Ev siyaseta jî zemîna erîş û kuştinan çê dike.

Eger hukumet û dezgehên ewleyî, pêşî li erîşa roja 12 Gulanê bigirtana îro ev bûyera ne diqewimî.

Siyaseta îro ya hukumet û şîrêkê wî, cesaretê dide erîşkerên nijadperest!

Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, vê qetliyama malbata kurd bi tundî şermezar dikin. Ji qurbaniyan re rehma xwedê dixwazin.

Ruhê wan şad be û serê malbat û yê gelê Kurd sax be.

Em bangê raya giştî ya Cihanê dikin ku li dijî erîşên nijadpertiya li Tirkiyê, bê deng nemînin.

Her usa bangê gelê xwe û bi taybetî jî bangê ciwanên Kurd dikin ku xwe ji kiryarên tund û tûjiyê dûr bigrên. Xebat û tekoşîna xwe li dijî hemû cure neheqîyan, bi hestiyariyek mezin metotên demokratîk esa bigrên…

31.07.2021

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd