|
Merasîma 40 rojiya Mishel Temo |
|
2011-11-21 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 20/11-2011, li Stockholmê li Husby Träff ji bona 40 rojiya şahdeta Serokê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyeyê Mişhel Temo mersimekê çêbû. Merasim ji aliyê Şepêle pêşerojê ya kurdî li Sûriyê, Komîta partiyênkurdî surî li Swêdê û Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê hat amedekirin. Di merasimê de li jiyana Temo hat axaftin û li ser rewşa Sûriyeyê ya îro û têkoşîna li dijî rejima Baasê hat sekinandin.
Ji Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swêdê hin endamên wê yên Komîteya Kargir û Komîteya Giştî; Şermin Bozarslan, Pirshang Twana, Selam Cizirî, Jotiar Sherif, Kerim Suleyman, Felemez Akad û Salih Omeri beşdarî merasimê bûn.
Di merasîmê de Selam Cizirî gotara Federasyonê pêşkêş kir.
|
|
|