Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
”30 -mîn salvegera FKKSê li me hemûyan pîroz be!”
2011-05-17 10:00
Sermin Bozarslan
serminbozarslan@fkks.se



Axaftina Seroka FKKSê Sermin Bozarslan di şeva pîzrozbayiya 30-min salvegera FKKSê de

Mêvanên rêzdar,
Serok û nûnerên komeleyên endam,
nûnerên Komîteya Hevkarî ,
nûnerên rêxistinên kurd, beşdarên hêja,
Ez li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi dilgermî xêrhatina we dikim. Spas ji bo beşdariya we. Spas ji bo peyamên we, Spas ji bo piştgiriyên we!

Federasyona me 30 sal berê di 22 Gulana 1981 an de hat damezirandin. Spas bo komele û kesên ku Federasyonê damezirandin. Spas ji bo we hemûyan ku di nav van 30 salan de bi awayên cuda, di demên cuda de mil dane vê dezgeha bê hempa û tê de xebat kirine. 30 yêmîn salvegera Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê li me hemûyan pîroz be!
Amanca sereke ya avakirina Federasyonê, pêkanîna platformekî hevbeş bo kurdên Swêdê bû. Pêwîstîyek hebû ku, kurdên ji her çar beşên Kurdistanê li Swêdê bi riya dezgehekî weha ku ne girêdayî partî an jî olî bû bihatana temsîl kirin, bi yekgirtî dengê kurd bihata bihîstin, bo piştgirîya gelê kurd, bo pênaberên kurd, bo ziman, nasname û kultur xebatek hevbeş bihata kirin. Kesên ku Federasyonê ava kirin, penaberên sîyasî bûn. Gelek ji wan penaberan weha hesap dikirin ku dê demek li Swêdê bimînîn û dûre vegerin welat. Ew dem yên ku 50 sal bûn, niha 80 salî ne, ew dem yên ku 30 salî bûn, niha 60 salî ne, ew dem yên ku 20 salî bûn, niha 50 salî ne. Beşdarên birêz, bi gotinekî dî dema dewîr teslîmkirinê hatiye. Lê ez ne bawer im ku ev modela rêxistinî, ev struktur, ev usûla xebatê li gor nifşa niha be. Ewana dixwazin bi awayê dî kar bikin, naxwazin bi seetan civînan de rûnin, dixwazin di derdora pirsekî ku bo wan balkêş e bicivin, bi rîya medya û komîteyên hevkar , kulubên fikrî werin cem hev. Nifşa yekem li Swêdê Federasyonek li gor xwe çêkirin. Ez hêvîdar im gencên me jî dê rojek Federasyonê li gor xwe reorganîze bikin.

Dîroka kurdên Swêdê bi awayekî dîroka Federasyonê ye. Berê em pênaberên kurd bûn, niha em kurdên Swêdê ne. Di nav van 30 salan de gelek tişt hatin guhertin. Pirsiyarên civakî ku me xeyal nedikir di nav civata kurdan de derketine holê. Beşek ji welatê me azad bû. Zarokên kurd niha bi serbilindî dibêjin Kurdîstan, parlamento û hikûmeta me heye. Kurd û zimanê kurdî hendî li Tirkiye tabû nîn e. Rewşa xesas ya Herêma Kurdistanê, rewşa kurdên bakûr, rojhilat û rojava hê jî piştgirîya me pêwîst dike.

Yek ji erka Federasyonê piştgirîya çareseriya pirsa kurdî bi rîya aştîyê ye. Piştgirîya demokratîyet e, mafên mirovan e. Ji bo nasname, ziman û çanda kurdî karkirin e.

Rola Federasyonê ya dî ya girîng ev e ku bo mafê zimanê zikmakî, li dij nijadperestî , cudayetî , bo yeksanî, bo civatekî piralî û pirkulturî kar kirin e. Ji bo pêkanîna van armancan me li gor xwe kar kirine. Me dengên kurdên swêdê di qada bilind de dane bihîstin. Me bi sedan proje, konferans, bîranîn û pîrozbahî pêkanîne, me çendin destkeftin wek hebûna avahîya Federasyon, radyoya kurdî, beşa kurdî li Folksamê, têkîlîyên baş digel dezgeh û siyasetmedarên biyanî û swêdî bi destxistine. Em di nav Konfederasyona biyaniyan de ku tê de 20 Federasyonên biyanî endam in, bi çalakî beşdar in. Serokatî ya SIOS ê kirine , niha em li wir posta cigîrtiya serok wergirtine. Di birêvebirîya Weqfa Kitêbxaneya Kurdî de wek cigîra serok beşdarî dikin.

Tesîra Federasyonê li pey her destkeftîyên civata kurdan li Swêdê mezin e. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji çar beşên Kurdistanê ewqas kes bo amancên hevbeş anîye cem hev. Ev tecrûbeyekî mezin e bo demokratîyetê. Endamên Komîteya karger û yên giştî bi hezaran saetên xwe bo xizmeta vê dezgeha demokratîk, netewî û serbixwe dane û didin.

Mevanên ezîz, beşdarên hêja,
Di dawîyê de dixwazim ji dil û can spasiya hemû xebatkarên Federasyonê û komeleyên endam bikim. Silavên xwe yên germ jibo yên ku îro nikaribûn beşdarî bikirana û ji me re peyamên xwe şandine re dişînim. Cerekî dî bi dilgermî xêrhatine we dikim.
Bijî xebata 30 salan!
Her bijî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê!
2011.05.14
Sermin Bozarslan