Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Komîteya Alîkarî û Piştgirî ya ji bo Erdheja Wanê
2011-11-09 12:00
fkks
info@fkks.se



DAXUYANÎ
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) û Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê (Komîteya Hevkarî) ji bo erdheja Wanê û derdora wê kampanyayek dest pê kirine. Ev kampanya wê heta 2011-12-25 dewam bike. Ji bo rêvebiriya vê kampanyayê komîteyek hatiye avakirin. Komîte ji van kesan pêk hatiye:

1) Mehmed Selîm Uzun (070-9224127)
2) Ata Baneyî (073-6533364)
3) Aso Saleh (076-3470069)
4) Fuad Baban (076-2666555)

Komîta me, ji bo kesên ku bixwazin alîkarîya xelkê me yê Wanê û derdora wê bikin, kontoyek vekirîye. Ev konto ya Komela Nivîskarên Kurd Li Swêdê ye. Gava hûn pere radizînin ji kerema xew têde ”WAN” binivîsin.

KFF
Plusgiro: 46 32 31-1

Komîte, heta 25ê decemberê her hefte roja sêşemê saet di navbêna 17:00 -19:00 de wê li lokala FKKS (Duvbov.59, Spånga) bicive, ku kesên bixwazin alîkarî bikin, qebul bike.

Alîkarî wê bi meqbuz (belge, kvittens) bê qebul kirin. Wê kopyak vê belgeyê teslîmê kesê ku alîkarîyê dike bibe. Perên ku were civandin wê ji xelqê me yê Wanê re bi dest bên şandin.

Ji bo alîkarî û piştgirîyê hun dikarin bi endamên komîteyê ku li jor nav û reqemên telefonên wan hatina nivîsandin têkilîyê dînin.

Em wek Komîteya Alîkariyê bang li xelqê xwe dikin ku xuşk û birayên xwe û zarokên Wanê û derdora wê bê alîkarî nehêlin!

Komîteya Alîkarî û Piştgirî ya ji bo Erdheja Wanê