|
PIRSE Û SERXWEŞÎ |
|
2021-05-26 11:00 |
FKKS |
fkks@info.se |
|
Doh êvarê bi dilek xemgîn me mirina têkoşer û xebatkarê doza azadiya Kurdistanê Celal Gul bihîst.
Kek Celal Gul, endamê PSK´ê bû û di gelek postên cuda de kar kiribû.
Ev salek bû ku li hember nexweşiya şêrpencê berxwe dida. Mixabin ku îro li Stockholmê ji nav me koç kir û çû ser dilovaniya xwe.
Rehma xwedê jê re dixwazin. Cîhê wî biheşt û ruhê wî şad be. Bila serê malbat wî, serê heval û hemû hezkiriyên wî sax be.
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd 2011-05-25 |
|
|