Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: Erîşra terorîstî li Îzmîrê bi tundî şermezar dike
2021-06-18 03:00
Fkks
info@fkks.se
FKKS: Erîşra terorîstî li Îzmîrê bi tundî şermezar dike

Îro li bajarê Îzmîrê li Tirkiyê erîşek terorîstî li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin.

Di vê erîşê de keça Kurd bi navê Denîz poyraz hete kuştin.
Tê gotin ku îro wê civînek 40 kesî li avahîya HDPê çê ba.
Lê ev civîn hatibû betal kirin. Ev jî xuya dike ku hedefa kujer qetliymek komî bû ye.

Pir mixabin û xemgînin ku keça kurd Denîz Poyraz, di vê erîşa terorîstî de hate kuştin.

Ev erîşa ne ya yekem e. Xuya ye heta siyasete dewletê ya dijî kurd neyê guhartin, pirsa Kurdistanê wek pirsekî ”Ewlekarî” yê bizanibe, dikare bûyerên mezintir çê be.

Ji ber ku siyaseta dijî Kurd ya Hukumet û hevkarê wî, zemîn ji terorê re xweş dike.

Kuştina Denîz poraz , kuştina Kurd û daxwazên wan yê azadiyê ye.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li swêd, erîşa li ser HDPê û kuştina keça kurd Denîz Poyraz, bi tundî şermezar dike.

Serxweşiyê li malbata wê dike û êşa wan par dike.

FKKS, bangî hemû hêzên demokratîk a Tirkiyê dike, bangî hemû dayikên Tirk dike ku li dijî tund û tûjî yê û bo demokrasî û wekhevîyê dengên xwe bilind bikin.

FKKS, bangî raya giştî ya Cîhanê dike ku li hember siyaseta nijadperest û dijî kurd ya Tirkiyê, bê deng nemînin û li dijî Tirkiyê helwest bigrin.

FKKS-Federasyona Komeleyê Kurdistan li Swêd
2021-06-17