Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Di ’Roja Zimanê Zikmakî’ de çar nivîskar li Stockholmê hatin bibîranîn
2012-02-20 13:00
fkks
info@fkks.se








Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Komeleya Nivîskarên Kurd û Kitêbxaneya Kurdî bi minasebeta roja zimanê zikmakî, di 18ê sibat a 2012ê de li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî çalakiyeka taybet li dar xistin..

Di çalakiyê de, nivîskarên kurd Cegerxwîn, Kerîmî Husamî, Mahmut Baksi û Mehmed Uzun yên ku li Swêdê dijiyan û berhemên xwe bi kurdî afirandine hatin bibîranîn û spaskirin.

Ev çalakî wek hurmetgirtinekê bû bo wan herçar nivîskaran û ked û xebata wan ya nivîskariyê ya domdirêj û berhemdar. Her yekî ji wan herçar nivîskaran jî beşek ji jiyê xwe li Swêdê derbas kiribû û sirgûn û xerîbî nebûn asteng di rêya qelem û berhemdariya wan ya bi kurdî de.
Şermîn Bozarslan li ser navê Federasyonê, Newzad Hirorî li ser navê Kitêbxaneyê û Xelîl Duhokî li ser navê Komeleya Nivîskaran bixêrhatin li mêhvanan kir.

Ji malbatên herçar nivîskaran axiftin li ser jiyan û kesatiya wan hat kirin; Azad Cegerxwîn li ser babê xwe Cegerxwînî, Lutfî Baksî li ser birayê xwe Mehmûd Baksî, Cefer Marûfî li ser xalê xwe Kerîm Husamî û li ser Mehmed Uzunî xanima wî Zozan û Paşa Uzun axivîn.

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Paşa Brodirê jî daxuyaniya hevbeş ya hersê saziyan ya bi minasebeta roja zimanê zikmakî xwend.(Cûda diweşînin)

Ev çalakî di rêzeçalakiyên ku bo roja zimanê zikmakî ku ji aliyê van hersê saziyan ve tên kirin çêbû û gelek kurdên Stockholmê tê de beşdar bûn. Herweha plakatê her nivîskarekî wek diyariyeka sembolîk ji malbata her yekî ji wan re hat pêşkêşkirin.

Hunermendê navdar Ferîborzî bi klarnêta xwe di du navbirran de du awazên kurdî yên xweş û bi coş pêşkêş kirin û paşî bû gera sohbet, beqlave û qehweyê.


Beyana muşterek a FKKS, KNK- S, Kitêbxaneya Kurdî
Bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê: Em zimanê xwe dixwazin!

UNESCOyê di sala 1999an de 21ê sibatê bi ”Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” qebûl kir û ew ji 2000an vir de hersal vê rojê pîroz dike.

Armanca vê rojê ew e ku bala dêûbav, siyasetvan û perwerdekaran bikşîne ser giringiya zimanê dayikê û weha bike ku her kes ji aliyê xwe ve hewil bide li zimanê dayikê xwedî derkeve û wî biparêze. Armanc ew e jî ku bala mirovan bikşîne ser wezîfeya wan ya hezkirin, pêşdebirin û parastina zimanê dayikê.

Zimanê dayikê di pêkanîna şexsiyeta mirovan de xwedî roleke herî giring û bingehî ye. Mirov her tiştî bi zimanê dayikê difikire, hîn dibe û dinirxîne. Mirov dikare hînî zimanên din bibe û pê pêwendiyan dîne, lê ew ziman tu carî nikarin şûna zimanê dayikê bigirin. Ji ber vê yekê ye ku zimanê dayikê mafekî herî bingehî yê her kesî ye. Pêşîlibergirtina vî mafî gunehkarî û sûçekî herî mezin yê mirovatiyê ye. Astengkirina vî mafî tesîreke piralî li ser tevahiya civakê dike, lê yên herî tesîr lê dibin zarok in.

Li gor aghadariyên UNESCOyê, li dinyayê 2 500 ziman li ber wendabûnê ne çunkî di dibistanan de wek zimanê perwerdeyî, di civatê de, di bazarê de û bi taybetî di nav zarokan de nayên bi kar anîn. Mixabin, kurdiya zazakî yek ji wan e. Zimanên weha, dûr yan nêzîk dê ji holê rabin.

Wek tê zanîn, miletê kurd, ji derveyî beşê başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, kulturî û perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar e. Li Sûriyeyê, nivîsîn û perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe ye û tenê erebî zimanê resmî yê dewletê ye. Ciwan û rewşenbîrên kurd materyalên dersan bi kurdî amade dikin û bi dizî li malan kursan çêdikin. Li Îranê, weşana bi zimanê kurdî ne qedexe ye, lê perwerdeya bi zimanê kurdî nîne û hikûmet hîç rê nade ku zarokên kurd li dibistanan bi zimanê dayika xwe bixwînin.

Li Tirkiyeyê, kurdî di demekê dirêj de zimanekî qedexe bû û kurdan ji ber wê qedexeya dijwar gelek êş, kul û ezîyet dîtin. Di van salên dawiyê de, qedexekirina zimanî sist bû û hikûmeta Tirkiyeyê kanaleke televizyonê ya bi kurdî vekir û li hin zanîngehan beşên kurdî vekirin. Lê ji hêla resmîkirina zimanê kurdî û perwerdeya li dibistanan, tu guherandin û reform nehatine çêkirin û ew bendên qanûnan yên ku pêşiyê li vê yekê digirin her li cihê xwe ne. Weha dixuye ku desthilatdarên Tirkiyeyê naxwazin siyaseta nijadperistiyê berdin. Wan heta niha gavên cidî di warê mafên zimanî û kulturî yên kurdan û mînortîeyên din de ji bo pêkanîna mercên endambûnê di Yekîtiya Ewropayê de neavêtine û niyeta wan heye ku di qanûna bingehîn ya nû ya Tirkiyeyê de, ya ku tê minaqeşekirin, rê nedin resmîkirina zimanê kurdî û bikaranîna wî di sîstema perwerdeyê de. Cêgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç di vê pirsê de bi mentalîteya xwe ya kolonyalîst dibêje ku kurdî nikare bibe zimanê perwerdeyê çunkî ew ne zimanê medeniyetê ye.

Em Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li hemû kurdan pîroz dikiin. Bi vê minasebetê, em banga xwe digehînin dêûbavan ku ew bi zarokên xwe re li malê bi kurdî biaxivin û wan ji zimanê dayikê û kultura kurdî bêpar nekin. Hêviya me ji siyasetvan û rewşenbîran ew e ku ew li ser daxwaza resmîkirina zimanê kurdî û bikaranîna wî di perwerdeyê de biîsrar û berdewam bin.

Di heman demê de, em bêdengiya UNESCO, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rexne dikin ji ber ku dewletên kolonyalîst li pêş çavê wan siyaseta jiholêrakirina zimanê kurdî bêperwa dimeşînin.

Em dixwazin her yek ji me, çi kes û çi rêxistin, dengê xwe bigehîne UNESCO, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û jê bixwaze ku ew dawî li vê bêdengiya xwe bînin, li mafên kurdan xwedî derkevin û hikûmetên Tirkiye, Sûriye û Îranê mecbûr bikin ku zimanê kurdî bikin zimanekê resmî û zimanê perwerdeyê.
21ê sibatê, roja zimanê dayikê pîroz be!

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê