Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Wê Stranê Bêjê Diyarbekir
2012-06-10 15:00
fkks
info@fkks.se


Fîlma dokumenterî ya li ser zîndana Diyarbekirê, “Wê Stranê Bêjê Diyarbekir” cara pêşî di 9ê Hezîrana 2012ê de li Stockholmê di sînemeya Zita Folkets Bio hat nîşandan. Kurdên Swêdê elaqeyek mezin nîşandan bo vê filmê. Fîlm saetek û 50 daqîqe ajot.

Beriya fîlm dest pê bike Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Şermîn Bozarslan xêrhatina beşdaran kir û daxwaza deqîqeyek rawestandin bo rêzlêgirtina şehîdên zîndana Diyarbekirê kir.

Piştre senarîst û çêkerê fîlm Selim Curukkaya armanca çêkirinê vê filîmê anî zimên û çend girtîyên berê yên Hepsa Diyarbekirê ku li Swêdê dimînin; Bûbe Eser, Huseyin Yildirim, Paşa Uzun, Mehdî Zana û Laleş Qaso dawetî sehneyê kir.

Berpirsê Kitêbxaneya Kurdî a Stockholmê Newzat Hirorî gulên sor da girtîyên berê ya hepsê Diyarbekirê.

Ev fîlm li ser mijara êş, kul û berxwedana girtiyên neteweya kurd li hember zilma dewleta Tirk li zîndana Diyarbekirê di navbera salên 1980 -1984 de tîne zimên. Armanca vê fîlmê ew e ku rastiyên di quncikên salan de çilmisîn derkevin holê û deng, hawar û berxwedana gelê kurd bê dîtin.

Çima navê fîlm “Wê Stranê Bêjê Diyarbekir e?

Di sala 1982ê de di numereya 5 a Girtîgeha Diyarbekir di qoxûşa 33ê de Ferhat Kutay ê Qiziltepeyî yê muhendîz tevî sê hevalên xwe ji bona zilm û şkenceyî protesto bikin xwe dişewitînin. Li qoxûşa wan bi navê Selîm Dindar girtiyek heye. Selîm ji Ferhat re dibêje; “Mamoste tiştekî bêje”, Ferhat dengê Selîm nas dike jê re gotinên xwe yên dawî “Wê stranê bêje” dibêje. Ew stran jî strana “Sewdalî ye”, Selîm bi dengê xwe yê xweş bi hêsirên çavan “Sewdaliyê” disitire û ew jî nefesa xwe ya dawî dide.