|
25-mîn Kongreya FKKSê çêbû |
|
2012-05-21 14:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 19ê Gulana 2012ê de kongreya xwe ya 25-mîn li Stockholm/Hallonbergen li restoranta Didarê de li dar xist.
Di kongreyê de endamên organên FKKSê nûnerên 31 komeleyên endam, serokê rêxistina SIOSê, nûnerên hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanê û mêvan bêşdar bûn.
Di kongreyê de muhasebeya du salên xebatê hat kirin; Endamên Komîteya Karkir raporên xwe pêşkêşî kongreyê kirin, nûner li ser raporan munaqeşe kirin. Kongre organên xwe hilbijart.
Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan xebatên di navbera du kongreyan de anî zimên û li ser guharinên ku di civatê de bûne sekinî. Wê di axaftina xwe de got; dive Federasyon zêdetir giranî bide ser pirsên civakî û têkilî digel komeleyên xwe. Komeleyên me divê zêdetir karên perwerdeyî li hember bikaranîna şiddet di nav malê û civatê da, li ser mafên mirovî û demokratîyet û yeksanî bikin.
Serokê SIOSê Bijan Shafiei kêfxweşiya xwe diyar kir ku ew bêşdarê Kongreya 25-mîn a FKKSê bûye. FKKS di nav Federasyonên biyanî ku endamên SISOê ne, federasyoneka çalak e û hergav kongreyên wê bi coş û heyecan derbas dibin.
Berpirsê Komîteya Hevkariya Hêzên kurd û Kurdistanê li Swêdê-HEVKARI Şefîq Kaya jî di axaftina xwe de weha got; “FKKS bi kar û xebatê, bi gelek çalakiyên hêja gihîştiiye vê rojê. Federasyon li cem hevwelatiyên herçar beşên Kurdistanê û li bal partiyên siyasî yên Kurdistanî û yên Swêdî û hemû dezgehên fermî yên Swêdê wek nûnerayetiya gelê kurd tê qebûlkirin. Federasyon bi pirrengî û bi pirrdengiya xwe, bi xebata ji bo integrasyonê, bi xebata demokratîk û nemaze bi xebata piştgiriya doza netewî ya herçar beşên Kurdistanê û di gelek warên curbecur de nimûneyek bêhempa ye.”
Kongeraya 25-mîn a FKKSê di sê xalan de helwesta xwe bi vekirî diyar kir.
• Kongreya 25-mîn a FKKS piştgiriya berxwedana gelê kurd li rojavaya Kurdistanê bo mafê çarenûsî diyar dike û girîng dibîne ku kurd, yekitiya xwe bipareze û xurttir bike
• Kongreya 25-mîn a FKKS dîyar dike ku zimanê kurdî divê bibe zimanê fermî û pirsa kurd bi riya aşitî çareser be.
• Kongreya 25-mîn girîng dibîne ku komeleyên endam zêdetir li ser pirsên civakî kar bikin û ji bo pêşîlêgirtina bikaranîna şîddetê di nav mal û civatê de xebatên perwerdeyî bikin.
Di Kongeraya 25-mîn de guhertineka girîng di destûrê de çêbû. Hejmara endamên Komîteya Kargêr zêde bû. Ji 7 kesan bû 9 kes. Di salê de bi kêmasî 3 civînên Komîteya Giştî pêk bînîn yek ji civîna Komîteya Giştî digel serokên komelan be.
Komîteya Karger a FKKSê
Şermîn Bozarslan, serok Pirshang Twana, sekreter Selam Ciziri, berpirsê aborî Dr.Ershad Maruf,berpirsê komîteya têkilîyên navxwe Jotiar Sherif, Hevkarê komîteya têkîlîyên navxwe Mujde Seradji,berpirsê komîteya salmezin û kêmendam Karim Suleyman, berpirsê komîteya Penaberan Aso Salih, berpirsê komîteya ragihandin Berzan Koçkaya, Berpirsê komîteya entegrasyon/beşdarî
Endamên cîgîr: Avîn Muhamed Gulan Avci
Komîteya Giştî ya FKKSê
Niaz Ahmed Lina Salih Rojwan Yeşil Muolud Abdulzade Sakir Cardo Sulhav Felemez Akad Adil Duhoki Zuher Berwari Dr. Shwan Karim Behzad Tawfiq Cemile Berzenci Mahmud Muhammed -Dukane
Endamên cîgîr: Mehwan Beroshki Azad Mohamed Doski Shawkat Saleh
Komîteya Rawêj a FKKSê
Ata Baneyî Sosin Guven Abdullah Kerim Adibeh Salah Endamê cîgîr: Adnan Hassan
Komîteya Revîsor a FKKSê
Hafzallah Nerweyî Anas Abdullah Nejmeddin Torî
|
|
|