Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Mafên bingêhîn yên kurdan mafên xwezayî ne, divê bi maqezakonî bên misogerkirin
2012-09-12 14:00
fkks
info@fkks.se




Di 10ê Îlon a 2012ê de li avayiya ABF ya Stockholmê di bin şiyara ”Ji bona mafê bingehîn yê gelê kurd di Maqezakona Tirkiyê de bête misogerkirin çi pêwîst e?” Panelek ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) hat li dar xistin.

Panel ji aliyê Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan ve hat vekirin. Rojnemavanê kurd Eşref Okumuş li ser rewşa Tirkiyeyê û Kurdên bakur analizek pêşkêş kir.

Nûnerên partiyên Swêdê Fredrik Malm ji partiya Gel, Abir Al-Sahlani ji partiya merkez, Ismail Kamil parlamenter û nûnerê Komîteya Netverka Kurdistan-Swed, Evin Incir cigîra seroka rêxistina ciwanan a sosyalist enternasyonal, palamenter Valter Mutt ji partiya jîngeh, parlamenter Désirée Pethrus ji partiya Xristian beşdarî panelê bûn. Hemû bêşdarvan li ser wê yekê mutefîk bûn ku mafên bingêhîn yê kurdan mafên xwezayî ne, divê ev maf bê dayîn û di destûra bingêhîn (maqezagonî) de bên bi cî kirin û bên misogerkirin?