|
Komara Îslamî ya Îranê hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan dimeşîne; em vê sîyasetê protesto dikin! |
|
2018-09-10 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Komara Îslamî ya Îranê hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan dimeşîne; em vê sîyasetê protesto dikin!
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) êrîşa Komara Îslamî ya Îranê li ser bargehên navendî ya Partîya Demokrat li bajarê Koyê bi tundî şermezar dike ku -li gorî agahîyan di êrîşên hawayî û mûşekî de zêdetirîn 14 kes şehîd bûne ku di nav wan de rêvebirên partîya demokrat hene- û 42 kes birîndar bûne.
Komara Îslamî ya Îranê ji bêdengîya dewlet û dezgehên demokratîk ya dinyayê û rayagiştî sûd werdigre û li dijî ”hevwelatîyên” xwe yên Kurdistanê sîyaseteka îmhayê dimeşîne û dixwaze wan tune bike. Ew hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan dihesibîne û her roj kurdan îdam dike; îro jî 3 ciwanên Kurd; Ramin Hossein Panahi, Zanyar û Loqman Moradi li gel gelek îqaz û lidijderketinê îdam kir. Em vê sîyasetê protesto dikin.
FKKS bangî, Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewrûpayê, hukimeta Swêdê û raya giştî ya cîhanê û dezgehên Kurdan ya diaspora û hemû partiyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê; dezgehên Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dike da ku li hemberî vê sîyaseta Komara îslamî bêdeng nemînin. 8.09.2018 FKKS
|
|
|