|
Mîrê Kurdê Êzdiyan li Almanyayê koça dawî kir |
|
2019-01-28 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Mîrê Kurdê Êzdiyên Cîhanê Mîr Tehsîn Seîd Elî (86) di 28.01.2019ê de li nexweşxaneya KRH Siloah a li bajarê Hannover yê Almanyayê wefat kir. Ew demeke dirêj nexweş bû.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi koça dawî ya Mîr Tahsîn begê, sersaxîyê ji xwişk û birayên xwe yên Êzîdî re dixwaze û hevparê êşa wan e.
Bila serê gelê hemû kurdê Êzîdî û serê miletê Kurd sax be. 28.01.209 FKKS
Mîr Tehsîn Seîd Elî -Di sala 1933ê de ji dayik bûye -Piştî mirina bavê wî di 1944ê de bûye Mîrê Kurdê Êzîdî -Di 1962ê de çûye Ewrûpayê salekê li welatên cûda yên Ewrûpayê maye -Di 1970î de bêşdarî şoreşa Kurdî bûye -Piştî têkçûna şoreşê koçberî Îranê bûye -Di 1976ê de çûye Londonê û 5 sal li wir maye -Di 1981ê de piştî efûya ku jê re derketîye wegerîyaye Iraqê -Li gel zimanê xwe yê Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Farisî zanibû.
Li gorî çavkanîyan hejmara Kurdê Êzdî li cîhanê zêdetirî yek milyon e û ji wê hejmarê nêzîkî 600 hezar kes li Başûrê Kurdistanê niştecih in. |
|
|