Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
دەستپێك
ف ک ک س
هه‌واڵ
ڤئدیۆ - فۆتۆ
کۆمه‌ ڵه‌کانی ئه‌ندام
پێوەندی
لینک
ئه‌رشیڤ
Skip Navigation Links
 
Destûra Federasyonê
Destûra Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

1- Navê Federasyonê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ye. Navê Federasyonê bi swêdî Kurdiska Riksförbundet e.

2- Qada xebata FKKSê
Qada xebata FKKSê, Swêd e. Merkeza FKKSê li Stockholmê ye.

3- Karekterê FKKSê
FKKS rêxistineke demokratîk e. Bi tu rêxistinên siyasî û olî ve ne girêdayi ye. Ji komele û yekîtiyên kurd li Swêdê, pêk tê.

4- Armancên FKKSê
1. Di warî pirsên zimênî, nasnameyî û çandi de xebatê dike.
2. Ji bona alikariya zimanê zikmakî xebatl dike û dixwaze ev maf bibe parçeyekî xwezayî ya sîstema perwerdeyî ya Swêdê.
3. Ji bo civateka pircureyî ku li gor peymanên navneteweyî û prensîbên Danezana Gerdûnî ya mafên mirovan bên parastin, dixebite.
4. Ji bo pircûreyî, bêşdarî, entegrasyon, wekwevî û demokratî xebatê dike
5. Ji bo salmezinên kurdan hêwir û sentrên hevdîtinê peyda bibin ku li wê personalên bi zimanê kurdî karbikin, dixebite.
6. Ji bona eynî nirx, eynî maf û erk dixebite
7. Li dijî diskiminering, dijminatiyabiyanî û rasismê dixebite
8. Alîkariya penaberên kurd dike û wan di warê mafên penaberan de, agahdar dike. Di derbarê maf û erkê wan yên di civata nû de riya rast bibînin dixebite.
9. Gelê Swêdê di warê pirsa kurd de agahdar dike û doza pistgiriyê li wan dike. Ji bona mafê kurdan yên bingehîn û mafê mirovî bidest bixe û pirsa kurd bi riyekê aştî çareser bibe xebatê dike
10. Di derheqê kurd, Kurdistan û pirsa kurdî de zaniyarî û agahî belav dike
11. Li diji kriminalitet û madeyên narkotikê di nav ciwanan de belav nebe, xebatê dike.Ji bo mafê zarokan û têkiliyên wan yên demokratî di hundirê malbatê de dixebite
12. Bi rêxistinên demokratîk û civatî -çi swêdî, çi biyanî-re hevkariyê dike.
13. Ji bo mafê penaberan li gor peymanên navneteweyî û prensîbên Danezana Gerdûnî ya mafên mirovan bên parastin, dixebite.

5- Bicîhanîna armancên FKKSê
1. Bi dezgehên fermî û bi rêxistinên civatî re têkiliyan datine.
2. Bêşdarî debatên civakî dibe
3. Hevkariyê bi komeleyên endam re dike û ji bo perwerdekirinê projeyan amade dike.
4. Bi zimanê kurdî û swêdî agahî û nivîsar di malperê de belav dike
5. Di derbarê pirsên cûda de komîteyên kar ava dike.
6. Konferens, semîner û debatan organize dike û bêşdarî wan dibe.
7. Bi berpirsiyarên dezgehên curbecur û siyasetmedaran re hevdîtna pêk tîne
8. Ji bo agadariyê daxuyaniyan dinivsîne

6- Endametî
1. Her komeleyeke kurd ku di belediyekê de dixebite, 15 endamen we heye, xwedî destûr e û destûra FKKSê qebûl dike, dikare bibe endamê FKKSê.
2. Komeleya ku bixwaze bibe endamê FKKSê, divê bi nivîskî doza endametiyê bike û bi serlêdana xwe re destûra komeleyê, lîsteya endamên komîteya karger û hejmara endamên komeleyê, ji FKKS re bisîne.
3. Komîteya Gistî (KG) ya FKKSê, pistî doza endametiya her komeleyekê, derheqa doza wê komeleyê de, di nav mehekê de biryarê dide. Komeleya ku doza wê ya endametiyê neyê qebûl kirin, dikare bi rêya KG di kongreya FKKSê de, îtiraz bike. Komeleyekê wexta dixwaze bibe endama FKKSê divê beriya muracatê endametiyê divê herî hindik 3 meh berê wê hatibe avakirin.
4. Komeleyeka ku endama FKKSê be nikare bibe endama Federasyoneka Kurdî ya din.
5. FKKS, di her belediyekê de, bi tenê komeleyeke Kurd wek endam qebûl dike. Belediyeya Stockholmê îstisna ye. Eger di belediyekê de du (2) komele pêwist bin, KK lêkolînê dike, KG, li gor encama lêkolînê, biryar dide.
6. Her komele, dikare bi tenê di nava sînorên belediyeya xwe de an jî, ji belediyeya herî nezîk a ku komeleya endam lê tune ye, endaman werbigire.
7. Komeleyeke endam nikare ji belediyeke din a ku komeleya endama FKKSê lê hebe, endaman werbigre.
8. Her komeleyeke, pîseyî an jî komeleyek ku ji bo pirseke taybetî ava dibe, (wek komeleyên nivîskaran, hiqûqzanan) ku li bajarekî an jî li tevaya Swêdê çalak e, xwedî destûr e, dikare daxwaza endametiya FKKSê bike. Ji her cûre piseyekê, tenê komeleyek dikare bibe endama FKKSê hêjmarê endamên van komeleyan ne girîng e. Komeleyên wisa dikarin sê (3) nûneran bisînin kongreya FKKSê.
9. Her komele, bi şertê ku karûbarê wan ne li dijî destûra FKKSê be, di xebata xwe de serbest e.
10. Komeleyên endam, li gora prensîpên wekheviyê, dikarin ji îmkanên FKKSê fedê bibînin.
11. Heqê endametiyê, ji bo her endamekî komeleyê, salê 5 kron e. Komeleyên ku heqê endametiya xwe nedaye di kongreya FKKSê de mafê wê yê dengdanê nîne. Heqê endametiyê, ji bo her endamekî komeleyê, salê 5 kron e.
12. Komeleyên endam divê; bi kêmanî, mehekê berî kongreya FKKSê kongreyên xwe pêk bînin û lîsteya KK ya komeleyê, navên nûneran hilbijartî û rapora xwe ya xebatê, ji FKKSê re bisînin. Her weha her komele, panzde rojan berî kongreya xwe, divê FKKSê ji kongreyê agahdar bike, da ku Federasyon nûnerê xwe bisîne kongreya wan.


7- Ji endametiyê derketin
1. Komeleyên ku endamê FKKSê ne, dikarin tenê bi biryara kongreyên xwe ji endametiya FKKSê vekisin. Û biryara xwe nivîskî ji Organên FKKSê re verikin.
2. Komeleyên ku xwe ji endametiya FKKSê vekişînin, ji endametiya FKKSê dikevin. Komeleyên ku ji endametiyê dikevin, nikarin doza tu tistî li FKKSê bikin.

8- Ji endametiyê derxistin
1. Komeleya ku endamê FKKSê ye, erkên xwe bi cîh nîne, an jî bi xebata xwe li dijî destûra FKKSê kar bike, KK lêkolînekê dike û rapora xwe pêskêsî KG dike. Gava KG pêwist bibîne, dikare;
a) Bala komeleyê bikisîne.
b) Endametiya komeleyê bicemidîne.
Bi tenê Kongreya FKKSê dikare komeleyekê ji endametiya FKKSê derxîne.
Komeleyên ku ji endametiyê tên derxistin, nikarin doza tu tistî li FKKSê bikin.

9- Organên FKKSê
1. Kongreya Giştî
2. Komîteya Giştî
3. Komîteya Karger
4. Komîteya Revîsor
5. Komîteya Rawêj

10- Kongreya Giştî
1. Kongreya Gistî, organa FKKSê ya herî bilind e. Kongre, ji du salan carekê du meha Gulanê de dicive. Ji bo kongrebikaribe vebe, divê ji nêviyê hejmara nûnerên kongreyê, yên besdar yek (1) zêdetir be. Eger di kongreyê de ev hejmara pêk ne yê, wê gavê kongre mehekê tê texîr kirin. Di civîna pistî mehekê de kongre, bi nûnerên amade pêk tê.
2. Divê KK du (2) meha berî kongreyê, komeleyên endam ji kongreyê agahdar bike.
3. Divê raporên kar û aborî, mehekê berî kongreya FKKSê, ji komeleyên endam re bêne şandin.
4. Endamên eslî yên organên hilbijartî yên FKKSê, (KG û KK, Komiteya Rewisor , Komiteya Rawej) di kongreya FKKSê de nûnerên eslî ne. Endamên KG û KK ya FKKS di xala pesendkirina raporên FKKSê de, ne xwediyê mafê dengdane nin.
5. Nûnerên Kongreya FKKSê di kongreyên komeleyan de li gor hejmara endamên komeleyan ku di kongreyên komeleyan de besdar in, tên hilbijartin. Mafê her komeleyê ji bo 15 (panzdeh) endaman 3(sê) nûner, pistî 15 (panzdeh) endaman, ji bo her 10 (deh) 1 (nûnerekî) heye ku bisîne kongreya FKKS ê.
6. Komeleyên pîşeyî bi tenê sê(3) nûneran dikarin bêşdarî kongreyê bibin. Komeleya Salmezinan, Komeleya Kêmandaman, Komeleya Ciwanan û Komeleya Jinan li gorî endamên xwe nûnerên xwe ew bi xwe destnîşan dikin.
7. Nûnerên ku ji aliyê kongreya FKKSê ji bo organên FKKSê têne hilbijartin, divê heta kongreyeka din erk û vatiniyên xwe bidomînin. Eger komeleya ku ew tê de endam in, ji endametiya FKKSê derkeve yan jî ji endametiyê were derxistin, yan jî bixwaze ku endamên xwe ji organên FKKSê veksîne; eger ew kes nexwaze ew li ser erkên xwe dimîne
8. Kongre dikare ji bo organên FKKSê, ji derveyî nûneran, ji endamên komeleyên xwe kesan hilbijêre.
9. Biryar, di kongreya FKKSê de li ser esasê piraniya dengan yên besdar tên wergirtin. Xalên 16 û 21 îstîsna ne.

11- Komîteya Giştî
1. Komîteya Gistî ji neh (9) endamên eslî û du (2) endamên cîgir ku di kongreya FKKS ê de tên hilbijartin pêk tê. KK jî,ji heft (7) endamên eslî û du (2) endamên cîgir pêk tê. Divê her endamekî KG, di komîteyên kar de cîh bigire.
2. Komîteya Giştî, di navbera kongreyên FKKSê de, organa herî bilind e.
3. Di civîna Komîteya Giştî ya yekemîn de serokê FKKS tê hilbijartin.
4. Komîteya Giştî ji sê mehan carekê dicive. KG, li ser plana xebata FKKSê, li ser budçeya FKKSê ya salane biryar dide û raporên komîteyên kar ku berê civîna KG hatine amedekirin dirirxîne li ser wan biryar dide.
5. Komîteya Gistî dikare bi van cezayên li jêrîn endamên xwe ceza bike:
a) balkisandin
b) cemidandin
Mafê her endamekî/a cezaxwarî heye ku, pirsa xwe bîne kongreya FKKSê û xwe bi parêze.
6. Komîteya Gistî, li hember kongreya FKKSê berpirsiyar e.
7. Endamên cîgir, bi biryara KG, cîhê endamên esîl ku hatine cemidandin yan jî yên ji endametiyê ketine, digire û dibin endamên eslî yê KG. Endamên cîgir yên KG, dikarin besdarî civînên KG bibin lê di civînan de tenê mafên wan yên dengdanê tune ye.
8. Eger pêwist be, serok, bi biryara KK, dikare KG bangî civînên awarte bike.
9. Her endamekî/ a KG li ser hev du (2) caran bê mazaret(ji xeynî nexwesî, li derveyî Swêd û bi mijuliya karê FKKSê) besdarî civînên KG nebe, ji endametiyê dikeve, cîgirê yekem dikeve ciyê wî/wê.
10. Nûnerek ji Komîteya Gistî, besdariya kongreyên komeleyên endam dike.
11. Di civînên KG de biryar li gor piraniya dengan tên girtin. Di wekheviya dengan de, biryar li gor aliyê serok bi cih dibe.
12. Komîteya Gistî, salê carekê bi komeleyên endam re civîneke rawêjkarî pêk tîne.
13. Komiteya Gistî, ji bo amade kirina projeyên FKKSê, bi hatinên ji projeyan, projevanekî pispor, dadimezrîne. Projevanê Federasyonê, alîkariya projeyên komeleyên endam jî dike.

12- Komîteya Karger
1. Komîteya Karger ji heft (7) endamên esîl û du (2) endamên cîgir pêk tê û di kongreya FKKSê de tên hilbijartin.
2. Komîteya Karger di navbera kongreyên FKKSê de, berpirsiyarê bicîhanîna biryarên kongreyê û biryarên KG û berpisiyarê karûbarên FKKSê ye. KK di amade kirina programa xebatê ya salane de, dîtin û pêsniyarên Kongreya FKKSê, KG û civînên rawêjkarî li ber çavan digire.
3. Komîteya Karger, di civîna xwe ya yekemîn de, ji nav xwe, Sekreterê FKKSê û Sekreterê aborî hildibijêre. Herweha di wê civînê de, komîteyên kar tên damezrandin û berpirsiyarên komîteyên kar tên hilbijartin.
4. Komîteya Karger, bi kêmanî, mehek carekê dicive. Serokê/a FKKSê, KK bangî civînan dike. Eger du (2) endamên KK pêwist bibînin, dikarin KK bangî civînên awarte bikin.
5. Komîteya Karger, rapora karûbarên FKKSê amade dike û pêşkêşî civînên KG dike.
6. Komîteya Karger, di bin çavderiya xwe de komîteyên kar amade dike(wek komîteya perwerde ji bona zarokên kurd, komîteya penaberan û hwd.)
7. Her endamêkî KK, ku li ser hevdu, 3 caran bê mazaret (ji xeynî nexwesî, li derveyî Swêd û mijuliya karên FKKSê) besdarî civînên KG ne bin, ji endametiyê dikevin û cîgirê yekem ciyê wî/wê digrin.
8. Komîteya Karger, derheqê endamên ku li dijî destûra FKKSê kar dikin, biryara xwe ji KG re tîne. KG, ji bo wan endaman, cezayên li jêr dide:
a) Balkişandin.
b) Cemidandin.
Divê biryara KK ji aliyê KG ve were pejirandin. Berpirsiyariyên kesên ku hatine cemidandin, heta civîna KG radiwest in. Mafê endamên hatine cemidandin hene ku rewsa xwe bînin kongreya FKKSê û xwe biparêz in.


13- Komîteya Revisor
1. Komîteya Revîsor, ji sê (3) endamên eslî û endamekî cîgir pêk tê û ji aliyê kongreya FKKSê ve tê hilbijartin.
2. Vatiniya Komîteya Revîsor, kontrolkirina aboriya FKKSê ye.
3. Komîteya Rewisor ji nav endamên xwe sekreterekî/ê hildibijêre.
4. Komîteya Revîsor, salê du(2) caran rewsa aborî ya FKKSê kontrol dike û rapora xwe dide KG.
5. Endamên Komîteyê, nûnerên tabîî yê kongreyê ne

14- Komîteya Rawêj
1. Komîteya Rawêj, di kongreya FKKSê de tê hilbijartin Komîteya
2. Endamên Komîteya Karger nikarin bibin endamê Komîteya Rawêj
3. Komîteya Rawêj ji penc (5) endaman pêk tê.
4. Komîteya Rawêj, di navbera du (2) kongreyan de, li gor rewsa FKKSê û komeleyên endam, li kesên ku wê di KG, KK û Komîteya Revîsor de kar bikin, digere û wan kesan, wek pêsniyar, pêskêsî kongreya FKKS ê dike.
5. Endamên Komîteyê, nûnerên tabîi yê kongreyê ne

15- Kongreya Awarte
1. Eger KG biryar bigire, pêk tê.
2. Divê komeleyên endam, yên FKKSê, mehekê berî Kongreya Awarte were agahdarkirin. Komeleyên endam, dikarin nûnerên xwe yên berê bisînin Kongreya Awarte an jî, tenê ji bo hilbijartina nûneran dikarin kongreyeke awarte pêk bînin.
3. Kongreya Awarte tenê li ser pirsên ku bûne sedemên civînê radiwest e.
4. Metodên karê kongreya Awarte, her wekî metodên Kongreya Gistî ye.

16- Destûra FKKSê
Destûra FKKSê, tenê di kongreya FKKSê de tê guhertin. Ji bo guherandina destûrê, ji sisiyan du (2/3) dengê nûnerên ku di kongreyê de amade ne, pêwist e.

17- Aboriya FKKSê
1. Pereyên FKKSê, di hesabê bankayê de tên parastin. Serok û Berpirsiyarê aborî bi hevdû re ji hesabên bankayê berpirsiyar in. Serok û Berpirsiyarê aborî bi hevdû re, heta hezar (5000) kronî bêî biryara KK mesrefê bikin.
2. Hatinên FKKSê ev in:
a-Heqê endametiyê, hatinên ji karûbarên FKKSê,
b-alîkariya xebatê ji dezgehên fermî
c-alîkariyên (barbûyên"baxisên") cûr bi cûr.

18- Erkên serokê/a FKKSê:
1. Serok, FKKSê li derve temsîl dike.
2. KK bangî civînan dike.
3. Serokatiya civînên KG û KK dike.
4. Biryarên KG û KK bi cih dike.
5. Çavdêriya komîteyên kar û Kontrola xebatên FKKS ê dike.

19- Erkên sekreterê/a FKKSê:
1. Di demên ku serok di civînan de, ne amade be, cîhê serok digire û di bicîhanîna kar û xebatên serok de hevkar û berpirsiyar e.
2. Protokolên civînên KG û KK dinivîsîn e. Rapora xebatê amade dike. Ji arsîva FKKS ê berpirsiyar e.

20- Erkên Berpirsiyarê/a aborî (FKKSê):
Berpirsiyarê/a hesab û serweta FKKSê ye. Defterên hesab û samanên FKKSê digire. Rewsa aborî, pêskêsî KG dike û rapora abori, ji kongreya FKKSê re, amade dike.

21- Wezîfeyên berpirsiyarê/a weşana FKKSê
Berpirsiyarê kovarê redaksiyonekê destnîşan dike. Redaksiyon divê ji aliyê KK ve bête qebûlkirin. Civînên redaksiyonê îdare dike. Protokol û hesabê kovarê digre. Name û arşiva kovarê diparêze.

22- Hilweşandina FKKSê
Biryara hilwesandina FKKSê, bi tenê, di Kongreya Gistî de, tê sitandin. Ji bo biryara hilwesandinê, ji pêncan çar (4/5) dengên nûneran pêwist e. Piştî hilweşandina FKKSê, bi biryara kongreyê hebûnên wê dê bête dewirkirin.

Ev destûr, ji bîstûdu (22) bendan pêk tê.

28.mîn Kongre, 2018.05.19






Destûra Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê – FKKS
1 - Navê Federasyonê
Bi kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) e. Navê Federasyonê bi swêdî Kurdiska Riksförbundet i Sverige(KRS) e.
2 - Qada xebatê
Qada xebata FKKSê, Swêd e. Navenda FKKSê li Stockholmê ye.
3 - Rêxistin
FKKS rêxistineke demokratîk e. Bi tu rêxistinên siyasî û olî ve ne girêdayi ye. Ji komele û yekîtiyên kurd li Swêdê, pêk tê.

4 – Sembol
Amblema nuha ya FKKS ê, nîşana wê ya fermi ye.
5 – Armancên FKKS ê
a) Di warê pirsên zimên, nasname, çandî û civateka pirrengî de xebatê dike.
b) Ji bo perwerdeya zimanê kurdî di sîstema perwerdeyî ya Swêdê de cih bigre, xebatê dike.
c) Di civateka pirrengî de parastina mafê mirovan, demokrasî û ji bo guncandina yeksaniya civakî (întegrasyon/integration) têdikoşe.
d) Ji bo avakirina Malê Salmezinên Kurdistanê (Äldreboende) û Navenda Çalakiyan (Aktivitet Center) dixebite.
e) Li dijî hemû cawazxwaziyan (diskriminering) kar dike.
f) Di warê maf û erkê penaberên kurdîaxêf yên nuhatî de agahdariyan dide.
g) Di warê pirsa kurd û Kurdistanê de zanyarî û agahdariyan belav dike û mafê kurdan li Swêdê diparêze.
h) Li dijî tawankarî (kriminalitet) û bikaranîna narkotîkayê dixebite.
i) Li dijî tûnd û tûjiya li ser jin, zarok û kêmendaman kar dike.
6 – Bicîhanîna armancên FKKS ê
a) Bi dezgehên fermî û rêxistinên civatî re têkiliyan datîne û xebatên hevbeş amade dike.
b) Beşdariya debat û konferans û semîneran dike.
c) Bi hevkariya komeleyên endam, projeyên hevbeş pêk tîne.
d) Ji bo Rojên Kurdî yên taybet, şevaheng, konferans, seminer û debatan amade dike.
e) Ji bo çalakiyên cuda komîteyên taybet ava dike.
f) FKKS piştgiriya têkoşîna ji bo wergirtina mafê neteweyî yê milletê kurd û serxwebûna Kurdistanê dike.
7 – Endametî
a) Her komeleyeke kurd li şaredariyeke Swêdê an jî yekîtiyek kurd li Swêdê de hatibe damezrandin, xwedî destûr be û herweha destûra FKKS ê qebûl bike, dikare bibe endam.
b) Komeleyek pîşeyî an jî komeleyên wek komeleyên Nivîskaran an Hiqûqnasan xwedî destûr bin, dikarin bibin endam. Ji her cûre pîşeyekê tenê komeleyek dikare bibe endam û hejmara endamên wan ne pêwiste. Ew dikarin tenê 3 nûneran bişînin kongreya FKKS ê.
c) Komeleya ku bixwaze bibe endamê FKKS ê, divê bi niviskî doza endametiyê bike û bi serlêdana xwe re destûra Komeleyê, lîsteya endamên KK û hejmara endamên komeleyê ji FKKS ê re bişîne.
d) Komîteya Giştî ya FKKS ê, li ser doza wê komeleyê ya ji bo endametiyê di civîna xwe ya yekem de biryarê dide. Komeleya ku doza wê ya endametiyê neyê qebûlkirin, dikare di kongreya FKKS ê de îtîraz bike.
e) Komeleyek ku endama FKKS ê be, nikare bibe endama Federasyoneka din.
f) Heger di şaredariyekê de gellek komeleyên kurd hebin, Komîteya Karger lêkolînê dike û Komîteya Giştî li gor encama lêkolînê biryar dide.
g) Her komeleyek endam dikare ji şaredariyeka din endaman werbigre, bi şertê ku di wê şaredariyê de komeleyek endam tune be.
h) Heqê endametiya her endamekî/a komeleyê ya ji bo FKKS ê salê 1 krone. Komeleyên ku heqê endametiya xwe nedaye, dikare beşdarî kongreya FKKS ê bibin, lê mafê wan yên dengdanê tuneye.
i) Her komele divê 15 roj bertir di derheqa kongreya xwe de FKKS ê agahdar bike. Komeleyên endam divê bi kêmanî mehek berî kongreya FKKS ê kongreyên xwe pêk bînin û navê nûnerên hilbijartî ji FKKS ê re bişînin.

8 – Ji endametiyê derketin û derxistin
a) Komeleyên endam, dikarin tenê bi biryara kongreyên xwe ji endametiya FKKS ê vekêşin û biryara xwe bi nivîskî ji KK re bişînin.
b) Komeleya ku endama FKKS ê ye ku erkên xwe bicîh neyîne an jî bi xebata xwe li dijî destûra FKKS ê kar bike: -Komîteya karger(KK) li ser vê pirsê lêkolîn dike û rapora xwe pêşkêşî KG dike.
c) Komeleyên ku ji endametiyê derdikevin an ji endametiyê tên derxistin, nikarin doza tu tiştî li FKKS ê bikin.
9 – Organên FKKS ê
A) Komîteya Karger (KK) B) Komîteya Giştî (KG) C) Komîteya Revîsor (R) D) Komîteya Rawêj (KR)
Têbinî: Divê endamên ku ji bo organek FKKS ê tê hilbijartin, pêwiste ew kesa endamê/a komeleyek be!
A) Komîteya Karger (KK)
1) Komîteya Karger (KK) ji heft(7) endamên esîl û ji du(2) endamên cîgir ve pêk tê û di kongreya FKKS ê de tên hilbijartin.
2) Komîteya Karger, di navbera kongreyên FKKS ê de berpirsiyarê bicîhanîna biryarên kongreyê û biryarên Komîteya Giştî yên kar û xebatên FKSS ê ye.
3) Komîteya Karger di civîna xwe ya yekem de Sekreter û Berpirsê Aborî hildibijêre. Herweha di civînê de komîteyên kar tên damezrandin û berpirsiyarên ew komîteyan tên hilbijartin.
4) Komîteya Karger bi kêmanî di du(2) mehan carekê dicive. Ji bo civînan, Serokê FKKS ê bangî endamên KK dike. Heger çar(4) endamên KK pêwistî bibînin, dikarin ji bo civînên awarte bangî endamên KK bikin.
5) Komîteya Karger rapora xebatê ya FKKS ê amade dike û pêşkêşî civînên Komîteya Giştî dike.
6) Her endamekî/a KK ku li ser hev du(2) caran bêmazaret beşdarî civînan nebe, ji endametiyê dikeve û cîgirê yekem cihê wî/wê digre.
7) Komîteya Karger di derheqê endamê/a KK ku li dijî Destûra FKKS ê kar kiribe; biryarên li jêr ji Komîteya Giştî re tîne. - Balkêşandin - Cemidandinê - Ji endametiyê derxistin Mafê wî/wê endamê heye ku di civîna KK de parastina xwe bike.
8) KK şeş(6) hefte beriya kongreyê, hemû raporan ji komeleyên endam re dişîne.
9) Komîteya Karger di civîna xwe ya yekem de Cîgirê Serok hildibijêre. Cîgirê serok tenê di nebûna serok de, xwediyê heman erk û vatiniyan e.
B) Komîteya Giştî (KG)
1) KG, ji 9 endamên esîl û 2 endamên cîgir ve pêk tê û ew di kongreya federasyonê de tên hilbijartin. 2) KG, di navbera kongreyên FKKS ê de organa herî bilind e.
3) Di yekemîn civîna Komîteya Gİştî de serokê FKKS ê tê hilbijartin.
4) Komîteya Giştî ji 4 mehan carekê dicive. Endamên hemû organên FKKS ê beşdarî civînên KG dibin û ew raporên xwe pêşkêşî civînê dikin.
5) Her endamekî/a KG li ser hev 2 caran bê mazaret beşdarî civînên KG nebe, ji endametiyê dikeve û cîgirê yekem dikeve cîhê wî/wê.
6) KG li hemberî kongreya FKKS ê berpirsiyar e.
7) Komîteya Giştî, li ser pêşniyara organan dikare ev cezana bide endamên organên FKKS ê:
- Balkişandin
- Cemidandin
- Ji endametiyê derxistin/dûrxistin
- Redkirina pêşniyara cezadayinê
8) Endamek ji KG, wek nûnerê FKKS ê beşdarî kongreya komeleyên endam dike.
9) Komîteya Giştî dikare di rewşeke neasayî de li gor destûra FKKS ê, serok biguherîne û serokî/a nuh hilbijêre.
10)Divê her endamekî KG di komîteyên kar de cîh bigrin. KG, li ser kar û xebatên ku heta civîna pêşiyê biryaran dide û di civînên xwe de raporên komîteyên kar dinirxîne.
11)Endamên cîgir beşdarî civînên KG dibin, dikarin dîtin û pêşniyar û rexneyên xwe bînin zimên; lê tenê di civînan de mafê wan yê dengdanê tuneye. Endameke berdewam ji endametiyê ketibe an derketibe, cîgirê yekem yê KG yekser dibe endamê berdewam.
12)Biryar bi piraniya dengan ve tê wergirtin. Di wekheviya dengan de aliyê serok biserdikeve.
C) Komîteya Revîsor
1) Komîteya Revîsor di kongreyê de tê hilbijartin û ji 3 endamên esîl û 1 cîgir ve pêk tê.
2) Komîte, piştî kongreyê di nav xwe de bagdêrekî/ê (sammakallande) hildibijêre.
3) Komîteya Revîsor kêmtirîn salê 3 caran aboriya FKKS ê kontrol dike û rapora xwe pêşkêşî Komîteya Giştî û kongreya FKKS ê dike.
4) Endamên komîteyê dibine nûnerê kongreya FKKS ê.
D) Komîteya Rawêj
1) Komîteya Rawêj ji 3 endamên esîl û ji 1 endamê cîgir ve pêk tê û di kongreya FKKS ê de tên hilbijartin.
2) Komîte, piştî kongreyê di nav xwe de bangdêrekî/ê(sammankallande) hildibijêre.
3) EndamênKK û KG nabe bibe endamên Komîteya Rawêj û nikarin beşdarî civînên KR bibin.
4) Komîteya Rawêj, ji hemû komeleyên endam û ji organên Federasyonê pêşniyaran werdigre, ewan pêşniyaran berçav digre û li gor wan pêşniyaran, lîsteyên ji bo organên FKKS ê pêşkêşî kongreyê dike. 5) Endamên KR beşdarî kongreya FKKS ê dibin. Tenê li ser hilbijartina organan de mafê wan yê dengdanê tuneye.
6) Komîteya Rawêj, beşdarî civînên KG û KK dibe.
10 – Kongreya FKKS ê
a) Kongreya FKKS ê, organa biryardar ya herî bilind e. Kongre ji 2 salan carekê derengtirîn di dawiya meha cotmehê(oktober) de pêk tê.
b) Kongre herî kêm ji nûnerên komeleyan bi % 51 ji beşdaran vedibe. Heger % 51 nebeşdar bin, kongre yek(1) meh paş dikeve û bi piraniya beşdaran ve pêk tê.
c) Banga Kongreyê şeş(6) hefte beriya roja kongreyê, ji komeleyên endam re tê şandin.
d) Hemû raporên FKKS ê 2 hefte bertirî roja kongreyê ji komeleyên endam re tê şandin.
e) Endamên KK û KG nûnerên kongreya FKKS ê nin. Di dengdana pesendkirina KK û KG de, mafê endamên her du (2) komîteyan yê dengdanê tuneye.
f) Mafê her komeleyê ji bo 15 endaman yek(1) nûner û pişt re ji bo bîst(20) endaman 1 nûner dikare beşdarî kongreya FKKS ê bibe. Komeleyên Pîşeyî dikarin herî zêde bi sê(3) nûneran beşdarî kongreyê bibin.
g) Komeleyên Ciwanan û Jinan dikarin bi çar(4) nûneran beşdarî kongreyê bibin.
h) Kongre bi piraniya dengan biryaran digire.
i) Pêşniyarên ji bo kongreyê derengtirîn çar(4) hefte beriya kongreyê ji KK re tê şandin û ew pêşniyar bi rêya KK pêşkêşî kongreyê dibin. j) Kongre mafê destnîşankirina Revisorekî sondxwarî dide Komîteya Karger (KK). k) Destûra FKKS ê di kongreyê de bi dengê ji sisê(3)yan du(2) ango 2/3 tê guhertin.
11 Kongreya Awarte
a) Komîteya Giştî (KG) xwediyê mafê biryardayina Kongreyeke Awarte ye.
b) Biryara kongreyê derengtirîn yek(1) meh berî kongreya awarte ji hemû komeleyan re tê şandin.
c) Kongre tenê li ser wê/wan pirsên ku bûne sebeba kongreyê radiwest e.
d) Prensîbên kongreya normal ji bo kongreya awarte jî derbas dibe.
12 Aboriya FKKS ê
a) Hemû dahatiyên Federasyonê di bankayekê de tê bicîhkirin. Serok û berpirsê aborî her yek bi serê xwe ji kontoyê berpirsin û her du(2) bi hev re bê biryara KK dikarin heta deh hezar(10 000) kronan bi karbînin.
b) Dahatiyên FKKS ê evana nin:
- Dahatiyên ji çalakiyan ji heqê endametiyan,
- Alîkariya ji dezgehan û ji derûdora,
- Diyarî û pexşandin û piştgirî.
c) Biryara li ser saman FKKS ê tenê di kongreyê de tê wergirtin.
13 Erk û Vatiniyên Serok
a) Serok, li derve nûneratiya FKKS ê dike û bangî KK û KG ya ji bo civînan dike.
b) Serokatiya civînan dike. Çavdêriya çalakiyên Federasyonê dike û li gor birayarên KG tevdigere.
c) Heger pêwist be, serokê Federasyonê bi biryara Komîteya Karger(KK) dikare KG bangî civînên awarte bike.
d) Heman serok nikare ji du(2) caran zêdetir li ser hev serokatiyê bike.
14 Erk û vatiniyên Sekreter
a) Protokolên civînên KK û KG dinivîsîne. b) Ji arşîva FKKS ê berpirse c) Ji têkiliyên fermî yên nivîskî yên di navbêna komeleyên endam û dezgehan berpirs e.
15 Erkên berpirsiyarê Aborî
a) Berpirsiyarê konto û hemû dahatîyên FKKS ê ye.
b) Rewşa aborî pêşkêşî KG dike û Rapora Aborî ji kongreya FKKS ê re amade dike.
16 Hilweşandina FKKS ê
Biryara hilweşandina FKKS ê tenê di Kongreya Giştî de tê sitandin. Ji bo biryara hilweşandinê ji pênca çar ango 4/5 dengên nûneran pêwiste. Biryara dewirkirina hebûnên FKKS ê ji dezgehek din ku xwediyê heman armancê ye, di heman kongreyê de tê girtin.


fkks
niviskar@fkks.se