|
Armancên Federasyonê |
|
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) di 22ê Gulana 1981ê de hat damezirandin. Federasyon rêxistineke demokratîk e û bi tu rêxistinên siyasî û olî ve ne girêdayî ye. Ji komele û yekîtiyên kurd li Swêdê pêk tê. Meriv dikare li komeleya belediya xwe ya jî li beldiyeya nêzîk ku komele li heye bibe endam.
FKKS ji du salan carek kongreya xwe li dar dixe. Kongre rêvebriya xwe hildibjêre; Komîteya Giştî ji 12 esil û 3 cîgir, Komîteya Karger jî ji 7 esil 3 cigîran pêk tê. FKKS di nav rêxistinên kurdan de nimûneyaka yekta ku ji hemû beşên Kurdistanê ji bîr û dîtinên cûda însan di bin baskê xwe de civandiye Bingehîna xebata me; pirsa zimên, pirsa nasname û pirsa kultur e
Herweha em Bi pirsên integrasiyon, demokratî û yeksaniyê mijûl in Piştgiriya penaberan kurd ku nûhatine Swêdê dikin Di derheqê Kurd û Kurdistanê de agahî belav dikin Û li hember cewazî û rasîsmê xebat dikin
|
|
fkks |
info@fkks.se |
|
|