Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
دەستپێك
ف ک ک س
هه‌واڵ
ڤئدیۆ - فۆتۆ
کۆمه‌ ڵه‌کانی ئه‌ندام
پێوەندی
لینک
ئه‌رشیڤ
Skip Navigation Links
 
Peyman di gel Folksam

Seroka FKKS, peyman digel Folksamê dirêj kir. FKKS ji bo endamên xwe ji Folksamê li pey mafekî taybet ji bo sîgorta/têmîna definkirina cenaze wergirt. Wexta meriv dixwaze cenaze bişîne welat û li wir defin bike, Fonus heta 40.300 kr. mesrefên cenaze, transport û definkirina cenaze dike. Dema ku ewqas pere ji bo mesrefên cenaze û definkirinê neçe; perê mayî didin malbata wî/wê, an jî ji bo ew kes ku hatiye wesîyet kirine.

Definkirina cenaze li Swêdê jî dîsa meriv têkilî digel Fonus datîne û hejmara sîgorta dide wan û daxwazên xwe ji bo wan dîyar dike.

Basîyên ev sîgorta/têmîna cenaze/definkirine ci ne?

• Ev sîgorta/têmîn ji gelek yên dî erzantir e û heta mirinê derbas dibe. Yê dî di dema 65 salî de dawî tên û li gor temenê meriv kêm dibin.

• Ji bo endametî rapora doxtor pêwîst nake.

• Zarokên malê ku di bîn 19 salî de ne otomatîk sîgorta/têmîn dibin.

• Di perîoda ewil de em ji 65 salî jortir re jî îmkana endametîyê dan(xilas bû)..

• Ger sîgorta/têmîna we bi riya kar an wekî dî jî hebe ferq nake, dîsa hûn dikarin bi riya fonda cenazeyê xwe têmîn bikin û ji her du alîyan pere werbigrin.

Agahdarî li ser sîgorta/têmîna definkirina cenaze

*Her endamê/a FKKS ku di navbera 19 – 65 salî de ye, dikare xwe têmîn/sîgorta bike.

*Zarokên ku di bin 19 salî ne û digel dê û bavên xwe di eynî malê de dijîn bi riya dê an jî bavê xwe otamatîk (bê pere) têmîn/sîgorta dibin. Ewana ji destpêkê heta dawîyê bê sinor ji sîgortayê îstîfade dikin.

*Kesên ku li jorî 65 salî ne ji bo xwe têmînkirinê divê di mehê de 70 kr bidin. Yên ku li jorî 65 salî ne dikarin heta dawîya meha 12 an 2007 ji bo sîgorta/têmîna cenaze muracat bikin. Li pey vê demê muracatên nû ji kesên 65 salî jortir nayên qebûl kirin.

*Di wexta mirinê de, nêzikên mirî divê digel FONUS têkilî deynin û hejmara sîgortaya ya peymana grubî ji wan re bidin. Ew dem Fonus li gor daxwaz ji bo cenaze masrafên pêwîst dike û pere mayî vedigerîne ji bo wan. Ji bo masrefên her cenaze 40.300 hezar hatiye veqetandin.

*Di nav şeş mehên ewil de sîgorta/têmîn ne tenê ji bo mirin, ji ber kazayekî trafîkê derbas dibe. Pistî şeş meh ji bo her tewir mirin derbas dibe. Li dervayî welat sîgorta/têmîn di nav 45 rojan de derbas dibe.

*Meriv dikare heqê sîgorta/têmîn her meh an jî di 6 mehan de carek razine ji kontoya fonda cenaze.
Niha Folksam , yekser ji bo endamên têmînê re forma parê razandine dişeyne.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi kêfxweşî radigihîne ku li ser daxwaza me, beşa kurdî ya Folksamê ya agahdarî li ser temîn(sigorta) hatiye damezirandin. Her kesî/a bixwaze li ser temîn/sigorta yên curbecûr agahdarî bi zimanê kurdî werbigre dikare bi riya telefon an jî e-mail berpirsiyarê beşa kurdî ya Folksamê Burhan Kadir re têkilî deyne.

Burhan Kadir : 0771-585958
burhan.kadir@folksam.se
www.folksam.se/kundservice/otherlanguages



Fkks
info@fkks.se